AMED – Li Amedê malbetekê bi kêrê êrîşî Zelîha Barîn kir. Polîsan Barîn binçav kir. Barîn îdia kir ku polîsan tundiya fizîkî li ser wê pêk anîne û li emniyetê sîxûriyê lê ferz kirine.
Li Amedê di 15’ê tîrmehê de malbetek bi angaşta Zelîha Barîn (25) “zarokê wan şandiye çiyê” bi kêran êrîşî Zelîha Barîn dike û ew sivîk birîndar dibe. Malbat bangî polîsan dike û polîs diçin cihê bûyerê û Barîn binçav dikin. Barîn angaşt kir ku dema polîsan wê birine karakolê lê dane û gefên kuştinê lê xwarine û piştî birine emniyetê jî sîxûriyê lê ferz kirine.
‘MALBATÊ ÊRÎŞÎ MIN KIR Û MIN RADESTÎ POLÎSAN KIR’
Barîn da zanîn ku Remziye K. û xizmên wê bi angaşta “kurê wan biriye çiyê” wê kêr kirine û got: “Malbat li polîsan geriya. Gotin ‘werin me terorîst girtiye.’ Pişt re polîs hatin û min binçav kirin.”
Barîn wiha behsa bûyerê kir: “Remziye K. û xizmên xwe bi kêran êrîşî min kirin. Ez sivik birîndar bûm. Bi angaşta min kurê wan şandiye çiyê min tewanbar dikirin. Jixwe piştî êrîşî min kirin bangî polîsan kirin û hatin min binçav kirin. Polîsan hem li min da û hem jî gefên kuştinê li min xwarin. Tiştên eleqeya min pê re tune bû polîsan ji min pirs dikir. Digotin ‘te heta niha çend zarokan biriye çiyê.’ Te wan bir Licê an jî Pîranê?”
‘POLÎSAN SÎXÛRIYÊ LI MIN FERZ KIR’
Barîn da zanîn ku dema binçavkirinê polîsan gefên kuştinê yên giran lê xwarine û got: “Polîsan digotin ‘em ê te bibin ser rêya Erxenî û berdin serê te.’ Min sûcdariya wan qebûl nekir. Min birin nexweşxaneyê lê li gorî daxwaza xwe rapor amade kirin. Polîsan dema min ji Karakola Polîsan a Huzurevlerî birin Şaxa TEM’ê ya Emniyetê sîxûriyê li min ferz kirin. Polîsan got ‘tu ji me re bibî alîkar em ê jî ji te re bibin alîkar.’ Lê min bi wan re sohbet nekir.”
Barîn destnîşan kir ku malbata ku angaşt dikir zarokên wan A.K. “min şandiye çiyê” lê li malê derket û ew neçûye serê çiya. Barîn da zanîn ku piştî binçavkirinê dadgehê wê bi şertê kontrola edlî berdaye.
MA / Arjîn Dîlek Oncel