AMED – Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’an a Amedê Recep Şîmşek diyar kir ku li gel ji sala 2012’an ve dersa kurdî wek dersa hilbijartî heye jî lê li dibistanan ders dayîna kurmancî hatiye rakirin.
Wezareta Netewî ya Perwerdehiyê (MEB) di sala 2012’an de dersa zaravayên kurmancî û kirmanckî (dimilkî) ya kurdî li mufredata perwerdehiyê zêde kir û kudî bi awayek “hilbijartî” ket nava bernameya perwerdehiyê. Li gel ku dersa kurdî ya “hilbijartî” di mufredata MEB’ê de heye jî lê li dibistanan dersa kurdî nayê dayîn.
MALBAT DIXWAZIN LÊ DIBISTAN NAXWAZE
Malbatên xwendekaran diyar dikin ku midurên dibistanan dibêjin ji ber pol nîn in xwendekar kurdî nabijêrin û hin midur jî jî dibêjin ku ji ber mamosteyên kurdî tune ne yên dersa kurdî jî dibêjirin nikarin kurdî bibînin. Mamosteyên kurdî nayên tayînkirin û ji ber vê yekê jî dersa kurdî baş nayê dayîn. MEB’ê îsal jî tayînkirina mamosteyên kurdî pêk neanî.
‘DERSA KURDÎ BÊQÎMET DIHÊLIN’
Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’an a Amedê Recep Şîmşek têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ji bo polên 5,6,7 û 8’an ên dibistana navîn dersa hilbijartî ya kurdî ji îlona 2012’an ve divê were dayîn jî ji bo mamoste û materyal nayên amadekirin û ji ber astengiya reveberên dibistanê bi awayek fiêlî hatiye rakirin. Şîmşek diyar kir ku soza dane mamosteyên kurdî bicih nehatine û got: “Li gel soz pêk nehat jî kadroyê nadin mamosteyên kurdî. Mafek hat dayîn lê niha ew maf hatiye cemidandin. Dersdayîna kurdî li dibistanan bûye pirsgirêkek mezin. Îsal tayînkirinê nedan mamosteyên kurdî. Xwendekar nikarin bi awayek azad dersê bijêrin. Ji biranşên din mamoste dikevin dersa kurd3i. Ev yek jî girîngiya dersê têk belav dike. Dersa kurdî qels dike. Ji ber helwesta MEB’ê niha vekirina qursek taybet jî gelek zor bûye.”
MA / Lezgîn Akdenîz