DERSIM – Li Dersimê aşê dîrokî yê avê ku 300 salî ye xistin meriyetê û genimê bêgubre dihêre. Aşvan Fethî Asma got: “Armanca me ew e ku em li dîroka xwe vegerin û hilberîna xwezayî belav bikin.”
Li gundê Çemejûrî yê girêdayî navçeya Pertega Dersimê aşê avê yê 300 salî ji aliyê Mehmet Alî Yildiz ve hat tamîrkirin û xist meriyetê. Tê gotin tekane aşe ku li Dersimê heta roja me îro hatiye. Ev nêzî 20 roj in aş ketiye xizmetê û dest bi hêrandina genim kiriye. Armanc ew e ku bi vî aşî dîrok û xwezaya aşê were parastin.
DI SALÊN 90’Î DE HATIYE QEDEXEKIRIN
Fethî Asma (53) yê aşê dide xebitandin diyar kir ku aşê wan nêzî 300 saliye ku heye û di nava demê de hilweşiyaye û gundiyê wan Mehmet Alî Yildiz carek din hatiye çêkirin. Asma anî ziman ku ji ber valakirina gundan a di salên 1990’an de aş jî hatiye qedexekirin û ji salên 90’î ve aş nehatiye xebitandin.
‘ARMANCA ME HILBERÎNA XWEZAYÎ YE’
Asma da zanîn ku arvanê aşê avê dihêre xwezayî ye û ji bo tenduristiyê baş e û got: “Çawa ku pêşiyên me gubreyê bikar neanîne û genim hêrandine, me jî xwest em wisa bikin. Armanca me ew e ku li dîroka xwe vegerin. Armancek me ya bazirganî nîne. Armanca me ew e ku em genimê bêgubre yê xwezayî bihêrin û li bajêr belav bikin.”
BI TECRÛBEYÊN EXTIYARAN
Asma destnîşan kir ku ew ji tecrûbeyên extiyarên gund sûdê werdigire û aş dide xebitandin û eleqeya li hember aşê wan gelek zêde ye. Asma got ew dixwazin bîranînên xwe bi zarokên xwe bidin jiyîn.
MA / Semra Turan