STENBOL – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç da zanîn ku baweriya wan bi reforma darazê ya AKP’ê nayê û di warê civakî û siyasetê de pêdivî bi peymanek civakî heye.
Li Tirkiyeyê gelek alî ji rewşa darazê bi gazin in û rewşên antîdemokratîk bi daraza heyî tê tewanbarkirin. Hema bêje her aliyên civakî vê rewşa kambax a darazê rexne dikin. Hikumeta AKP’ê ev demeke ji bo rewşa “başkirina darazê” “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê” xistiye rojevê. Gelek alî ji bo vê reforma darazê bang li AKP’ê dikin ku divê reform bibe bersiva hemû aliyan. Tê payîn ev belge di 1’ê cotmehê de dema Meclîs vebibe bê rojevê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li dijî vê reforma AKP’ê dest bi kampanya “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, “Pakêta Darazê” û “Îtîfaqa Demokrasiyê” kir û li gel partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl hevdîtinan pêk tîne.
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç ê di nava vê xebatê de cih digire derbarê mijara darazê de ji ajansa me re axivî.
‘DARAZ BI TEMAMÎ KETIYE BIN FERMANA QESRÊ’
Oluç anî ziman ku qada darazê li Tirkiyeyê bi pirsgirêke û got: “Em dikarin bêjin ku daraz di rewşek a herî nebaş de ye.” Oluç diyar kir ku hem di warê darizandinên siyasî de hem jî di warê tevahiya pergala darazê ew bi rewşek xeternak re rû bi rû ne û wiha got: “Daraz berê jî neserbixwe bû. Lê hindik be jî di rewşek cuda de bû. Lê daraz niha bi temamî di bin ferman û dîrektîfên Qesrê û îktîdarê de ye û li gorî fermana wan tevger dike. Vekirina salê ya edlî jî li Qesrê pêk hat. Ev bi serê xwe pirsgirêkek mezin e û sosretiyek e. Ji ber vê yekê pêwîste di qada darazê de divê reformên mezin bên kirin.”
‘REFORMA DARAZÊ NAYÊ HESABÊ AKP’Ê’
Oluç destnîşan kir ku ew nebawerin AKP di darazê de reformek mayînde bike û wiha dewam krir: “Bi rastî jî reformek wiha nayê îşê îktîdarê. Dadgeh wek komîsyona hiqûqê ya AKP’ê dixebitin. Hem di dozên siyasî de hem jî di dozên din de pirr eşkere tê xuyakirin. Li Tirkiyeyê hema bêje her kes ji darazê îllellah dike. Di demên dawî de di anketên tên kirin de jî dide xuyakirin ku ‘baweriya kesî bi darazê nemaye û edalet pêk nayê’ derdikeve pêş. Di vî warî de pirsên tên kirin teqez bersivên baweriya bi darazê nemaye tên dayîn.”
Oluç anî ziman ku wan jî van bendwariyên civakê û daxwazên civakê ji xwe re esas girtine û hin amadekariyan dikin û got: “Lazime di warê darazê de guhertin bên kirin. Xebatên me di vî warî de didomin. Me xebata xwe bi AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ re parve kir.”
‘PÊDIVÎ BI PEYMANEK CIVAKÎ YA NÛ HEYE’
Oluç destnîşan kir ku beriya her tiştî pêdiviya Tirkiyeyê bi peymanek civakî heye û sedema vê wiha eşkere kir: “Tirkiye hêj bi destûra bingehîn a ku darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê amade kiriye ve tê birêvebirin. Ev şermek pirr mezin e. Ancak ev destûra bingehîn veguheriye boxçika pînekirî. Pergala Hikumeta Serokkomariyê ya wek ucube ava kirin û ev ji salekê bêtire ev pergal tê şixûlandin. Hem di warî siyasî de hem jî di warê aborî û civakî de qirîz diqewimin. Tirkiye vê pergalê qebûl nake. Lihevkirinek li ser daxwazên civakî û muxalefeta siyasî divê destûrek bingehîn çawa were amadekirin ji bo siberojê gelek girîng e.”
‘HER KES DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ DIXWAZE’
Oluç diyar kir ku xebata wan a di warê başkirina darazê û demokratîkkirina Tirkiyeyê de didomin û got: “Ji bo destûra bingehîn a nû her kes hemfikire. Em ê pêşniyarên sazî û dezgehen kom bikin bi pêşniyarên xwe re bikin yek û pişt re jî bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin. Em dibînin îtîfaqa demokrasiyê li Tirkiyeyê çiqas ku elzem e.”
MA / Erdogan Alayumat