ÊLIH – Girtiyên li Girtîgeha Hîlwanê ragihandin ku ji ber qûtkirina avê pirsgirêka paqijiyê bi xwe re aniye. Malbatên girtiyan jî gotin ji ber awayek kêfî roja wan hevdîtinê hatiye guhertin û malbat tengezariyan dijîn.
Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê binpêkirina mafan a l dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan di 20’ê gulanê de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Piştî mehekê Tapkan sewqî Girtîgeha Jimara 2’an a Hîlwana Rihayê kirin. Tapkan binpêkirina mafan a li girtîgehê bi rêya Abdurrezak Katmaz ê diçe hevdîtina wî ji raya giştî re ragihand.
‘MAFÊ WAN ÊN AGAHÎ WERGIRTINÊ HAT ASTENGKIRIN’
Katmaz diyar kir ku hevdîtinên girtî û vekirî yên girtiyan bi awayek kêfî hatiye guhertin û ji ber vê yekê jî malbatên girtiyan ên li bajarên mîna Wan û Colemêrgê tengezariya dijîn. Katmaz anî ziman ku mafê girtiyan ê ragihandinê bisînor kirine û bi taybetî mafê wan ên agahî bidestxisinê hatiye astengkirin û got: “Li qawîşan lêgerîn tê kirin. Gardiyan û esker dest datînin ser radyoyên girtiyan. Rojnameya Yenî Yaşamê û hin rojnameyên muxalîf jî bi awayek kêfî nadin girtiyan.”
‘AV TÊ QÛTKIRIN Û PIRSGIRÊKA PAQIJIYÊ DERKETIYE’
Katmaz da zanîn ku ji ber qûtkirina avê li girtîgehê pirsgirêkên paqijiyê jî derketine holê û girtiyan dereng derdixînin revîrê. Katmaz anî ziman ku berber berê ji mehê carek diçû qawîşan lê niha kirine ji du mehan carek û rêveberiya dayîna pirtûkan jî bi sînor kiriye.
SERÎ LI ÎHD’Ê DA
Tapkan ji Katmaz xwest têkildarî binpêkirina mafan ji midurê girtîgehê re hevdîtin bê kirin û bê parvekirin. Rêveberiya girtîgehê bi hênceta gelek kar heye daxwaza Katmaz red kir. Katmaz destnîşan kir ku pêkanînê niha di dewrê de ne bi awayek kêfî û bêhiqûqî tên kirin û li ser navê Tapkan serî li ÎHD’ê da û xwest tişta pêwîst bê kirin. Katmaz ji bo pirsgirêkên girtiyan bên çareserkirin rayedaran vexwend wezîfeyê.