AMED – Girtî Şêxdavut Başkan 57 roj in li dijî netedawîkirina xwe di greva birçîbûnê de ye. Başkan got heke dermankirina wî neyê destpêkirin dê dest bi rojiya mirinê bike.
Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtî Şêxdavut Başkan ji Girtîgeha Jimara 2’an a Bunyana Kayseriyê bi hênceta dê tedawiya bê kirin sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Bunyana Kayseriyê kirin. Girtî Başkan bi rêya malbata xwe binpêkirina mafan a pê rê rû bi rû maye bi ajansa me re parve kir. Başkan da zanîn ku li vê nexweşxaneyê qet wî derman nekirin û li dijî vê yekê di 9’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Başkan got heke daxwaza wî neyê cih dê dest bi rojiya mirinê bike.
Bavê Başkan, Şêyhmus Başkan da zanîn ku herî dawî ew di 2’ê îlonê de bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û got: “Kurê min ji sedî 44 astengdarê zihnî ye. Bi hênceta dê wî derman bikin şandin girtîgeha din. Ancak ne tedawî dikin û ne jî mafên wî civakî didine. Pêwîste lawê min were dermankirin. Kî çi sûcî kiribe jî divê bê dermankirin. Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de mafên girtiyan hene. Mirovatiyek wiha nabe. Ne rojname ne jî pirtûk didin girtiyan. Ne jî kontrola tenduristiyê tê kirin.”
BERPIRSIYARÎ YA WEZARETA DADÊ YE
Başkan diyar kir ku ew têkildarî rewşa kurê xwe bi rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya Amedê re û bi parlamenterên HDP’ê re hevdîtin pêk aniye û tevî hemû hewldanên wan jî bi kurê wî re hevdîtin nehatiye kirin. Başkan da zanîn ku heke tiştek bi kurê wî bibe dê berpirsiyariyê vê yekê dewlet û Wezareta Dadê be.