AMED – Şêniyên gundên Pasûrê ji bo sotemeniya zivistanê û xwedîkirina sewalan çilo dibirin û kom dikin. Gundiyan got bêyî ew zirarê bidin xwezaya daran dibirin.
Li gundên bajar û navçeyên herêmê amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Li gundên navçeya Pasûrê ya Amedê jî amadekariyên çile dest pê kir. Li sedan gundên herêmê zivistan bi şilî û dijwarî derbas dibe. Dema amadekariyên zivistanê çanda kevnare jî tê parastin û berdewam dike. Yek ji amadekariyên gundiyên jî ji bo xwedîkirina sewalan û sotemeniyê çilo ye. Gundî diçin daristanên li qûntarên çiya û ji darên mazî çilo dibirin. Gundî piştî birînê çiloyê xwe dikin gurz û li ser pişta hesp û kerran tînin gund û dikin lod.
Zivistanê dema hewa dijwar dibe gundî bi gurzan çilo didin ber pezê xwe û piştî wê jî darên jê dimînin dişewitînin û pediviya xwe ya germkirinê dibînin.
BI AWAYÊ ZIBARE ÇILO DIBIRIN Û KOM DIKIN
Ji gundiyan Şaban Akiş destnîşan kir ku ew bi awayê zibareyî piştevaniya hev dikin û diçin çilo dibirin. Akiş got bi sed salan e karê birîna çilo beriya zivistanê tê kirin.
Akiş da zanîn ku darên çilo hem ji bo sewalên wan hem jî ji bo germkirina zivistanê sûdê jê werdigirin û ji 3-4 salan caran darên xwe dikesixînin. Akiş got dema ew darên xwe bi vî awayê dikesixînin jî feydeyê jê werdigirin.
‘ZIRARÊ NADIN XWEZAYA DARAN’
Akiş anî ziman ku ew destpêka demsala payîzê dest bi karê çilo dikin û got: “Yanî kesixandina îdeal 3-4 sal e. Dema kesixandina dara tê kirin bêtir xwe bi hêz dike û mezin dibe. Em vê kesixandinê zirarê jî nadin xwezaya daran. Berevajî zirarê pêşî li kurmîbûna daran digire.”
Ji welatiyan Mahsum Baran jî da zanîn ku ka û êm her tim biha dibe û ew ji vê rewşê bi gazin in. Baran got ew carna di şûna êm de sewalên xwe bi çilo xwedî dikin.