NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û Aktivista TJK-E Besime Konca diyar kir ku wê di 21-22'ê Gulanê de ji bo demokratîkbûna Tirkiye û makeqanûna demokratîk niqaş pêş bixin û wiha got: "Em dikarin çawa Tirkiye demokratîk bikin. Em dikarin çawa hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin emê vê yekê niqaş bikin û dînin hemberî dewletê. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd bi salan e diyar dike ku ji bo çareseriyê amade ye. Lê dewlet ji çareseriyê re ne amade ye."
Siyasetmedar û Aktivista TJK-E Besime Konca, li ser polîtikayên qeyûm, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xebatên konferansa di 21-22'ê Îlonê de li Berlînê pêk bê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Gonca, destnîşan kir ku Nêzîkatiya Qeyûman bi hişmendiya dewletê ya 100 salan ve girêdayî ye û wiha got: "Tiştekî nû nîne. Di sala 2016'an 95 qeyûm tayîn kirin. Îro 3 şaredariyên HDP'ê yên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm tayîn kirin. Dewlet bi polîtikayên qeyûm dixwaze tu carî Kurd vîna xwe aşkere neke û xwe bi xwe bi rêve nebe. Bi polîtikayên qirkirinê diwaze Kurdan bêdêng bike. Piştî salên 1990'î Kurd bûn xwedî vîn û Kurdan partiya xwe ya sisayî ava kirin. Dema di sala 1991'an partiyên Kurd bi SHP'ê re îtîfaq kir û ket meclîsê, wê demê dîsa Leyla Zana, Orhan Dogan û hevalên xwe ji meclîsê avêtin. Ew cureyekî qeyûmê bû. Wê demê gotin em vîna we nas nakin. Gotin li ser navê Kurdan tu kes nikarin tiştekî bêjin. Yên li ser navên Kurdan an jî yên li ser navê Jinan bûn xwedî vîn û xwestin tiştekî bikin tev hatin tasfiyekirin. Qeyûm tenê peyvirgirtina şaredaran nîne. Bi awayekî berfireh bêvînhiştina Kurdan e. Dixwazin Kurdan bê vîn bihêlin û hemû mefê wan ê siyasî ji destê wan bigirin. Beriya hilbijartinê jî dîsa gotin 'HDP bi ser bikeve jî emê dîsa qeyûm tayîn bikin'. Aşkere dibêjin em vîna we nas nakin û qebûl nakin. Ev hişmendiya sedsalan e. Ji ber vê dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka Kurd li Rojava, Başur, Bakur û Rojhilat çareser bibe."
QEYÛM ŞERÊ AZADÎ Û ŞERÊ KOLETIYÊ YE
Konca, bilêv kir ku nêzîkatiya li Efrînê ji nêzîkatiya li hemberî Başur, Rojhilat û Bakur ne cudatir e û wiha pêde çû: "Êdî li dijî Kurdan şerê çekdarî, şerê derûnî û şerê siyasî dimeşîne. Herî zêde şerekî siyasî yê bê wîcdan dimeşîne. Dema dewlet Kurdan nas nake êdî dest ji pîvanên xwe yên dewletbûnê, pîvanên siyasetê û dest ji pîvanên ewlehiyê berdide û quralan nas nake. Qeyûm şerê azadî û şerê koletiyê, şerê demokrasî û şerê faşîzmê ye. Şerê hebûnê û şerê înkarê ye. Şerê azadiya jinê û serdestiya zilam e. Şerê li dijî çand, vîn û nasnameya Kurd e."
ÇALAKÎ TÊR NAKIN
Konca, bal kişand ser çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman û wiha lê zêde kir: "Îro li Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran Kurd çûn ser sindoqê û dengê xwe dan xwe. Ev girseya di nava çalakiyê de têr nake. Divê her Kurdên ku dengê xwe dane Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, divê li vîna xwe xwedî derkevin. Di sala 2016'an de şerekî topyekun hebû. OHAL hebû. Bi giştî li ser Kurdan şerek hebû. Ji ber vê yekê dibe ku Kurdan wê demê dengê xwe bilind nekir. Lê îro cuda ye. Divê her Kurd dengê xwe di asta jor de bilind bikin. Raste li her derê nerazîbûn heye. Lê divê vê nerazîbûna xwe bi rêxistin bikin. Ev tenê têr nake. Divê ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê em bingeh û feraseta dewletê biguherînin. Divê her kes li hemberî vê faşîzmê helwestê dînin ku em şaredariyan paşve bikişînin û rê li pêş qeyûmên din bigirin."
'DEWLET DAYIKAN DIKIN MAŞIK'
Konca, bal kişand ser taktikên dewletê û wiha bilêv kir: "Dewletê berê bi polîs û hêza xwe ber deriyê HDP'ê dagir dikir, lê ji ber ku ev polîtîka wê bi ser neket, niha taktîkên nû pêş dixe û malbatên zarokên wan çûne serê çiyê, araste dikin û wan dişînin ber deriyê avahiya HDP'ê. Ev taktîka şerê taybet e. Hemû rojname jî vê yekê dikin manşet. Ev nîşan dide ku dewlet pir lawaz bûye û bêçare maye. Dayikan dikin maşik. Divê civak li dijî vê yekê di asta herî jor de bertekên xwe bînin ziman. Ez bawer dikim serî netewandina civakê, serhildana jinê wê bibe hêzek mezin a muxalif û wê muxalifa demokrasiyê bêtir xurt bike û pêş bixe."
'OCALAN HER TIM AMADE YE YÊ DEWLET NE AMADE YE'
Konca, têkildarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dawî ev nirxandin kir: "Rêberê Gelê Kurd Ocalan di hevdîtina dawî de got ‘Ez amade me di hefteyekê de pirsgirekê çareser bikim.’ Birêz Ocalan her tim amade ye. Lê dewlet ne amade ye. Birêz Ocalan, tevgêra azadiya Kurd, siyaseta Kurd bi salan e ji bo bi rêya aştî û demokrasiye pirsgirêkê çareser bike di nava hewldanan de ye. Birêz Ocalan û gele Kurd her dem amade ye. Tayînkirina qeyûman girêdayî vê peyama Ocalan e. Bi qeyûman wekî bersîvekê dan Birêz Ocalan. Dewletê hişmendî û kodên xwe yên dîrokî neguhertine. Ji bo çareseriyê ne amade ye. Dewlet bi salan e şerê înkar û îmhayê dewam dike. Ji bo bi ser nakeve van salên dawî pir bi hêrs e. Ji ber ku ketiye tengasiyê. Her ku li diji gelê Kurd şerê qirêj dimeşîne gelê Tirkiye qirêj dibe. Ew bi xwe qirêj dibe. Ji ber vê yeke 8 salan li ser Brêz Ocalan û girtiyên siyasî tecrîd ranekirin. Îro ji ber vê yekê ablukaya li ser kurdan û pêkutiyên li ser siyasete kûr dikin. Îro Ahmet Davûtoglu, dibêje ezê aşkere bikim. Ev krêjî di serdema wî de pêk hat. Di serdema wî de birêz Ocalan di sala 2013’an de dîsa ji bo çareseriya demokratik bang kir. Lê îro Davutoglu aşkere dike ku wê demê wekî pêlîstok nêzîk bûn û li xwe mikur tên. Dewlet pir kûr û tarîye ku bangawaziyên Birêz Ocalan, tevgera azadiyê, gelê Kurd û hêzên demokratik dike, bê bersîv dihêle. Dewlet vê bangê bê wate dibine."
'OCALAN DI ÇARESERIYÊ DE ISRAR DIKE'
Konca, bal kişand israra Ocalan a çareseriyê û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan di çareseriyê de bi israr e. Ji ber ku dizane dewlet çiqas kûr be jî ger ku gel aştî û çareseriyê bixwaze wê di encamî de çareserî pêş bikeve. Dibe ku hefteyekî de dewlet rûnê û niqaş bike. Ger ku dewlet amade be di nava hefteyekê de dibe ku çareser bibe. Ger ku aşkere niqaş bikin dikarin pirsgirêka Efrînê, pirsgireka qeyûmê, pirsgirêka dagirkirina başûr çareser bikin. Ev pirsgirêk ne tene ya Tirkiye ye. Hêzên navneteweyî rist û rolek dane Tirkiye. Ji ber vê yekê Tirkiye bi serê xwe nikare rûnê. Li Rojhilata Navîn Nakokiyek kûr heye. Kurdistan di nava vê nakokiyê de ye. Nakokiya Kurdistanê nakokiyek dîrokî ye. Lê heqîqeta PKK’ê, Heqîqeta Brêz Ocalan û heqîqeta gelê Kurd hin tişt zelal kirine. Di dîroka Rojhilata Navîn, dîroka Kurdistanê û dîroka Tirkiyeyê de hin tişt zelal kirine. Ji ber ku Brêz Ocalan her tişt zelal kiriye çareseri jî zelal e. Lê ji berk u dewlet di tişta berê de israr dike niha ne amade ye. Tecrîda heyî jî ji ber sekna dewletê didome. Ocalan hêza xwe ji cerebeyên dîrokê digire. Dikarin qeyûman tayin bikin. Lê qeyûm ne çareserî ye. Dikarin partiyan bigirin. Lê nikarin civaka Kurd êdi înkar bikin. Êdî tu kes nikare wekî bere inkar û îmha bikin. Îro şerê taybet û qirkirina li hemberî Kurdan pêş dixin ji ber ketine tengasiyê pêş dixin. Tengasiya wan nişan dide."
WÊ DI KONFERANSA BERLÎNÊ DE DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE NIQAŞ BIKIN
Konca, li ser armanc û amadekariya konferansa di 21-21’ê îlonê de li Berlînê pêk bînin jî axivî û ev tişt got: "Gelek rewşenbir, rojnamger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ya ji bo Tirkiyeyek demokratik û makeqanûna demokratik em girîng dibînin. Me got Dewlet ji demokrasiye re ne amade ye. Dewlet elimiye kuştin, înkarê. Em dixwazin civak vê îradeya çareseriyê derxe holê û bide pêş dewletê. Bide pêşiya hikûmet û siyasete. Ji ber vê yekê em konferans, komxebat û van xebatan girîng dibînin. Dema çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de pêş ket, wê demê me gelek têkilî pêş xist. Bi qadên civakî, partiyên siyasî komele, welat, dewlet, parlamentoyan re têkilî û diplomasi pêş xist. Me bi hemû hêzên demokratik û rêxistinên jin re diplomasi pêş xist. Bi hezaran kesên ku li Tirkiyeyê, Tirkiyeyek demokratik dixwestin rê li pêş wan hat girtin. An di zindanan de ne. An jî neçar man koçber bûn û sirgûnî diasporê bûn. Divê ev kesên hatine dîasporayê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û gelê xwe li her derê tiştekî bikin ku dîsa vegerin welatê xwe. Kesên îmze avêtine vê deklerasyonê dixwazin Tirkiye demoratîk bibe. Akademîsyenan li Tirkiye bi hişmendiya demokrasi û azadiyê perwerde didan. Parlamenter û endamên partiyan ji bo siyaseta demokratik li wir siyaset dikirin. Tu kes ji bo keyfa xwe nehatin vir. Ji ber vê yeke konferansa 21-22’ê Îlonê pir girîng e. Em dixwazin pirsgirêkê esasî niqaş bikin."
'TIRKIYEYEK DEMOKRATÎK WÊ ÇAWA PÊŞ BIKEVE'
Konca li ser naveroka konferansê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Tirkiyeyek demokratik wê çawa pêş bikeve? Divê em vê niqaş bikin. Ji bo Tirkiyeyek demokratik hewce ye gelê Kurd, Tirk, elewî, sunnî, çerkez, gurçî, pomak, Boşnak, komele û saziyên herêman, jin, zarok, hemû civak ji bo Makeqanûna Demokratîk em niqaş bikin. Li Tirkiyeyê çiqas kes dijîn li diasporê jî nûnertiya ew qas kesan dijîn. Divê em her yek ji bo Tirkiyeyê tiştekî bêjin. Em Tirkiyeyek çawa dixwazin. Em çawa dikarin Tirkiyeyek demokratik ava bikin. Ji bo vê yeke; divê Makezagonek demokratik bê ava kirin. Peymana civakî çawa çêdibe divê em wê pêş bixin. Em pirsgirêkên Tirkiye li dijî şer dikarin çawa bi rêbaza demokrasiyê çareser bikin. Em dikarin çawa aştiyê pêş bixin. Ya din dewlet hemû civakê perçe dike û terorîze dike. Em wekî civak dikarin çawa hemû renge xwe cû cudahiyên xwe bînin cem hev û bi hevre bijîn. Dîsa xweza talan û wêran dikin. Em dikarin çawa ekolojiyê biparêzin. Îro Heskif di bin avê de dimîne. Çiyayê Kaz û Munzur talan dibe. Divê em parastina xwezayê niqaş bikin. Disa jin tên kuştin. Tacîz û tecawiza zarok û jinan rewa dikin. Divê me van pirsgirekên civakî niqaş bikin. Dîsa baweriya gelan tê înkarkirin. Em dikarin çawa bîr î baweriyên civakê niqaş bikin û çareseriyê pêş bixin. Divê em çi ji dewletê dixwazin aşkere ji dewletê re bêjin. "
DIVÊ EM BI HEVRE LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ TÊBIKOŞIN
Konca herî dawî bal kişand ser bandora hêzên navneteweyî ya li ser Tirkiye û wiha bi dawî kir: "Ya din siyaseta Tirkiye tene bi Tirkiye ve ne girêdayî ye. Têkiliyên welatên ewropa Tirkiye bandor dike. Em îro li dîasporayê dijîn. Pirsgirêkên li ewropayê hene. Îro koçberî li Ewropa pirsgirêkek girîng e. Koçberên li vir çawa dijîn mafê wan çawa tê parastin. Ya din hêzên dewletê têkiliya xwe bi şer re heye. Dewlet çekan difiroşin. Herî zede Almanya ji bo şer çekan difiroşe Tirkiye. Peymanên xwe yên aborî bi Tirkiye re hene. Ger ku demokrasi tune be û di şer de israr dikin wê demê hewce ye çend gotginên me hebe. Hewce ye em çend tiştan niqaş bikin. Saziyên sivîl hene. DMME, Saziya mafên mirovan heye. Divê em bi wan re têkevin nava têkiliyê wan têxin nava tevgerê. Dîsa pirsgirêka ekolojê, pirsgirêka jinan li hemû ewropa û cîhanê heye. Em dixwazin li ewropa û hemû cîhanê hêzên muxalif re têxin nava tevgerê. Saziyên sivîl hêzên muxalif ên li dijî kapîtalîzm têxin nava tevgerê. Ji bo em bi hevre şoreşa biparêzin, divê hemû kesên rewşenbir, demokrat û akademisyen bi hevre tevbigerin. Çawa hêza kapîtalîst a global bi hevre li hemberî me disekine. Divê em jî hemû hêzên muxalif ên li dijî kapîtalîzmê bi hevre têbikoşin. Disa li Tirkiye krîza aborî, xizanî, qirkirina siyasî, kirkirina civakê girîng e. Divê em di vê konferanse de hemû pirsgirêkan bi hevre bigirin dest. Raste Kurdan bi salan e ji bo hebûna kurdan, ji bo neteweya Kurdan û ji bo azadî û aştiya Kurdan hin tişt gotin. Lê divê êdî gelê Tirk jî ji bo gelê Tirkiye azadiya gele xwe û Tirkiye hin tiştan bîne ziman.
Bi giştî ev konferansa divê ji bo Tirkiyeyek demokratik em dikarin bi hevre çi bikin girîng e Dewlet naxwaze hêzên muxalif bibe yek. Ji ber vê li dijî CHP’ê ye. Ne ku CHP ew qasî li cem gele Kurd e. CHP, ji ber berjewendiyên xwe li hemberî AKP’ê ye. Di hilbiartina 31’ê Adarê û 24’ê hezîranê de tabloyek cuda derket. Gelê kurd di van hilbijartinan de peyamek cuda ji hemû gelan re got. CHP’ê ev yek dît. Ji ber wê xwe ji CHP’ê hêrs dikin. Gavek biçûk ya CHP’ê ji bo Erdogan-Bahçelî pir mezin xuya dibe. Îro çawa Dewlet Bahçelî, Tayyip Erdogan û Dogu Perînçek hatine cem hev, divê hêzên eniya demokratik û muxalif jî bên cem hev. Ger ku êdî CHP’ê ji bo xwe wekî ‘terorîst’ bibinin. Ev nişan dide ku heviya îktîdarê ji CHP’ê nemaye. 100 salin CHP sîgorta dewlete bû. Lê êdî CHP’ê ji bo dewletê talûke dibînin. Ev tiştekî nû û guhertinek nû ye. Ev bi têkoşîna hêzên demokrasiyê dixwazin pêk hat. Lê mirov hêj nikare bêje sekna CHP’ê seknek demokratik e. Hêj ne di wê astê de ye. Ger ku em hêza gele Kurd, partiya HDP’ê, saziyên jinan û tevgera azadiyê bêtir têkoşîna demokrasiye bikin, em bewer dikin emê karibin CHP’ê bêtir bikişînin nava têkoşîna demokrasiyê. Wê demê AKP, MHP têk biçe. Wê perînçek têk biçe. Hêza herî mezin daxwaza adayî û demokrasiye ye. Divê em bêtir têkiliyan bi hêzên navneteeyî re dînin. Divê em bêtir têkiliyê bi saziyên sivîl ên navneteweyî re dînin û zorê li wan bikin ku Tirkiye bikişîne nava demokrasiyê û mafên mirovan. Ji bo vê yeke divê em bêtir têbikoşin. Di mile jinê de jî Tevgera Jina Kurd bi salan e li ser piyan e. Divê hemû hêzên demokrasiye dixwazin di pêşengiya jinê û vîna jinê de rabin ser piyan. Em pêşengiya vê guhertinê bikin ku Tirkiye di mile demokrasiye de bi ser bikeve. Ku gele Kurd û Tirkiye liser axa xwe di nava azadî û demokrasiye de wehev bijîn."
MA / Mehmet Ali Ertaş