AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî fermana Serokkomar Erdogan a li ser îdiaya çalakiya malbatên li ber HDP’ê derbarê rêveberên HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê rêveberên rêxistina HDP’ê ya Amedê û navçeyên HDP’ê yên Amedê de bi îdiaya malbatên li ber HDP’ê çalakiya tê gotin “zarokên wan HDP’ê şandiye çiya” çalakî li dar dixin, lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê bi daxuyaniyekê lêpirsîn ragihand. Balkêş e ku lêpirsîn piştî axaftina ango fermana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a li Meletiyê da hat destpêkirin.