WAN - Li Wanê çalakiya Rêxistina HDP'ê ya li dijî tayinkirina qeyûman di 21'an de berdewam kir. Îro komeleyên herêmî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerên komeleyên herêmî diyar kirin ku ew li cem hevşaredaran cihê xwe digirin û li tenişta hevşaredaran in.
Rêxistina HDP'ê çalakiya Nobeta Demokrasiyê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 21'an de berdewam ki. Li Wanê jî rêxistina HDP'ê li Kolana Cumhuriyetê li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê çalakiya Nobeta Demokrasiyê berdewam kirin. Parlamenterên HDP'ê ji tev li çalakiyê bûn. Dîsa nûnerên Platforma komeleyên Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr û Kongreya Îslama Demoratik (KÎD), Komeleya Alimên Oldar a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Amed a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Federasyona Komeleyên Bedlisê, Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Wanê, Endamên meclîsa şaredariyê û gelek hilbijêr tev li çalakiyê bûn.
POLÎS: YÊN NE WEKÎL BIN BILA BÊDENG BIN
Dema girseyê xwest ji pêş avahiya HDP'ê bimeşin kolanê, polîsan xwest girsê asteng bike û di navbera polîs û komê de kêliyekê niqaş derket. Di niqaşan de polîsan got: "Yên me wekîl bin bila neaxivin" Li vir Parlamenterê HDP'ê Murat Çepnî, “Nikarin îzahata qeyûman bikin. Ger ku yên ji peywirê hatin girtin nelirêtiyek wan hebe aşkere bikin. Ji ber ku tiştek tune hûn nikarin aşkere bikin." Dema nûçegîhanê ajansa me Mezopotamya nûçe dişopand, polîsan ew asteng kir û destûr neda dîmen û wêne bikişine. Polîsên ku dora avahiyê pêçan destûr neda girse bimeşe. Piştre girsê di bin dorpêça sedan polîsan de daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, diar kir ku gel 21 rojin ji bo vîna xwe li ber xwe dide û wiha got: "Hêj nikarin talan, wêran û diziya xwe aşkere bikin. Şaredarî hatine xespkirin û dagirkirin. Qeyûmê tayînî Wan, Amed û Mêrdînê hatine kirin tayînî hemû Kurdistan û Tirkiyeyê hatine kirin. Pergala Hevserokatiyê Xeta me ya Xemrî ye. Em dest jê bernadin."
Canbaz, destnîşan kir ku wekî jin, sosyalîst, elewî, karker û kedkar wê li her derê dengê xwe bilind bikin û wiha lê zêde kir: “Em ê bi têkoşîna hevpar dengê xwe bilind bikin. Em tu carî kozikên me bi dest xistine bernadin. Heta em mafê xwe bi dest bixin emê tekoşîna xwe berdewam bikin."
Piştre Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş ji anî ziman ku tu bingeha hiqûqi ya qeyûman tune û ewê her dem li tenişta hevşaredaran û pergala hevşaredariyê rawestin. Taş, xwest peywira 3 hevşaredaran dîsa paşve bidin wan û aştî û çardeseriyê esas bigirin.
Çalakiya nobeta demokrasiyê piştî rûniştinê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.