AMED - Li Amedê, polîsan Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Peyasê Kadrî Akkaya yê bi rê diçû, wesayîta wî rawestandin û dest danîn ser belavok li dijî qeyûma hatibûn derxistin. Akkaya, ji ber ku biryra dozger a binçavkirinê tuneye, nêzî 5 saetane li ser rê tê rawestan.
Li Amedê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê Kadrî Akkaya, serê sibê saet 10:30’an li ser Rêya Xerpetê dema bi wesayîtê diçû ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Din ava wesayîtan polîsan rawestand de belavokên li dijî tayînkirina qeyûman ên HDP’ê amadekiribûn hebûn. Polîsan bi hinceta qedexeyê dest danîn ser belavok û stîckeran. Polîsan dûre derbarê rewşê de agahî da dozger. Akkaya ji bo ku li benda biryara dozger bimîne, hat rawestandin.
Lê bi tu awayî biryra nivîskî ya ji dozger nehat û ev 5 saetin Akkaya li ser Rêya Xerpetê tê rawestandin.