MÊRSÎN – Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan, di kongreya Navçeya Akdenîzê ya Mêrdînê de bang li mabatên li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine kir û got: "Divê hemû dayik kom bibin û biçin pêş qesrê daxwazên xwe bînin ziman."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Akdeniza Mêrsînê bi hişyariya “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin faşizmî têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. Li salonê pankarta "Em serî li dijî tundiya mêr natewînin, em îsyana xwe mezin dikin" û “Şer dikuje, xizan dike. Aştî dide jiyadin û yekîtiyê xurt dike" vekirin. Dîsa alên HDP'ê neqişandin. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bang li CHP'ê kir û xwest ew jî li dijî qeyûman têbikoşe.
Parlamnenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, di kongreya Navçeya Akdenîzê ya Mêrdînê de bang li mabatên li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine kir û got: "Divê hemû dayik kom bibin û biçin pêş qesrê daxwazên xwe bînin ziman."
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin. Piştre hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Feyza Kaya û Munîr Guzel ji bo hevserakatiya Rêxistina HDP'ê ya Akdenîze hatin hilbijartin.