ÇANAKKALE - Nobeta Av û Wicdan a li Çiyayê Kazê di roja 45'an de berdewam dike. Xwezaparêzan îro xwe avêt pêş maşîneyên kar û gotin: “Tenê kaniyek me ya avê heye. Ew jî wê bi siyanurê tijî bibe."
Çalakiya Nobetê ya Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê di roja 45'an de berdewam kir. Di nobeta îro de Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Çanakkaleyê Cîgirê Şaredariya Çanakkaleyê İrfan Mutluay, Komeleya Derdorê ya Artvinê û endamê Tarım Orkam-Senê jî di navde gelek kes amade bûn. Li qada nobetê dîsa pankart û dowîzên li diji talankirin û wêrankirina xwezayê vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Girseya ku nobetê digirin xwe avêtin pêş maşîneyên kar û çalakî li dar xistin. Girsê li vir daxuyanî dan û di serî de şîrketa Alamos Gold û ya Dogu Biga jî di navde hemû şîrketên ku xwezayê talan û wêran dikin wê teşîr bikin û heta encam bistînin wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Welatiyan diyar kirin ku çavkaniyên wan ên avê bi sîyanurê tên tijekirin û dê destûr nedin vê yekê.
Nobet berdewam dike.