GIRÊ SPÎ - Hêzên DYA û eskerên Tirkiyê dest bi pêvajoya duyemîn a hevpeymana mekanîzmaya ewlehiyê ya dewriyeyên hevbeş di nav xaka herêma Firatê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê de kir. Meclîsa Leşkeri ya Girê Spî jî cihê xwe di nava karwanê de girt.
Alavên leşkerî yên Tirkiyê tevî dewriyeyên hêzên DYA`yê cara yekemîn li kantona Girê Spî, bi hevkariya Meclisa Leşkerî Girê Spî derbasî xaka Sûriyê bûn. Ew yek di çarçoveya lihevkirina DYA, Tirkiye û QSD`ê têkildarî mekanîzmaya ewlehiyê li bakurê welêt pêk hat. Di dewriyeyê de 15 erebeyên leşkerî yên DYA û Tirkiyê hene, ji gundê Heşîşê li nuqteyên sînor ên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî geriyan. Li aliyê din helîkopter li asîmanê herêmê digerin. Dewriyeyên hevbeş piştî ku QSD`ê pêvajoya yekemîn ji hevpeymanê ku alav û çekên giran û rakirina mewziyan li ser sînorê di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de erê kir, pêk hat.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya 2 rojan ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku nuqteyên çavdêriyê yên navneteweyî li hemû herêmên sînor deyne da ku sînorek ji tevgera Tirkiyê re bê danîn. Dewriyeyên DYA`yê îro sibehê derketin, paşê dewriyeyên Tirkiyê jî tev lê bûn û derbasî xaka Sûriyê bûn û li nuqteyên sînor ên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî geriyan.