MÊRDÎN - Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 21'emîn de dewam kir. Polîsên avahiya HDP'ê ya Bajêr dorpêç kirin, destûr nedan ku HDP'î li Parka Karayollari daxuyanî bidin. Parlementerê HDP'ê Siddik Daş, bertek nîşanî astengkirin polîsan da û got: "Emê tu carî hişmendiya xespê nas nekin."
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezinê ên Amed, Mêrdîn û Wanê ya li Mêrdînê di roja 21'emîn de berdewam kir. Polîsan di saetên serê sibê de avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dorpêç kirin. Polîsên derdora avahiyê girtin, destûr nedan ku HDP'î derbasî Parka Karayollari bibin. HDP'iyan li ser vê yekê li ber avahiya partiya xwe çalakiya rûniştinê li dar xistin.
DAŞ: EM HIŞMENDIYA XESPÊ NAS NAKIN
Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Daş, di daxuyaniya da de wiha got: "Tayînkirina qeyûman bi giştî siyasiye. Em vê biryarê nas nakin. Emê li her derê li dijî vê biryarê derkevin. Gelê me wê tu carî vê biryarê qebûl neke. Divê demildest biryara qeyûmê ji holê bê rakirin."
DEMÎR: EM Ê BERX TESLÎMÎ GUR NEKIN
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku di nav dorpêça polîsan de axivî, wiha got: "Ger gel dixwaze derseka baş bide qeyûman divê li dijî vê têbikoşe, ew baş dizanin ku qeyûm çima hatine û li pey xwe çi hiştine, li Êlihê qeyûman du kevir li ser hev nedanînê lê pereyên ku xwarin nayê hesabê. Demîr got, ''Ji ber vê li dijî van divê em tim têbikoşin. Divê haya gelê me ji van lîstikan hebe. Li her deverê li dijî qeyûman, li dijî yên ku dixwazin me tine bikin divê mirov têbikoşe. Em ê vê carê, weke ku desthilat dixwaze serê we li ber qeyûman netewînin. Emê berx teslîmî gur nekin.''
Piştî daxuyaniyê 10 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.