AMED – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan di Nobeta Demokrasiyê de bang li îktîdar û muxalefetê kir û got: “Werin em ji derdê dayikên xwe re bibin çare.” Dr. Selma Gungor jî got: “Selçûk kulîlka nav dilê Amedê ye.”
Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên xwe da destpêkirin di roja 21’emîn de dewam kir. Çalakî li wek her roj li ser Kolana Lîseyê ya li hember Şaredariya Amedê pêk hat. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê, Serok û rêveberên partiyên Kurdistanî, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek kes beşdar bûn.
Polîsan beriya nobet dest pê bike dest danîn ser lolîpopên bi nivîsa “Kî diz e, qeyûm diz e” û “Ji darbeya siyasî re na” û li gel xwe birin.
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ê ji wezîfeyê hat dûrxistin jî hat cihê çalakiyê û welatiyan yek bi yek silav kir. Welatiyan hezkirina xwe nîşanî Mizrakli da.
‘BÊTIRS Û BÊXOF EM LI VIR IN’
Endamên Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê, endam û rêveberên Odeya Bijîşkan a Amedê, Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor, Baskê Jinan ên Xwendekarên Tibê îro bûn mêvanê Nobeta Demorkasiyê û piştevaniyê dan çalakgeran. Endamên KESK’ê ku bi komî meşiyan û pankarta “Dest nede vîna min” vekirin rastî astengiya olîsan. Polîsan destûr neda karmend bi pankartê bimeşin. Endamên KESK’ê û polîsan demek nîqaş kir, di vê navberê de polîsek got “heke hûn bimeşin ez ê pankart biqelêşim” û gef li KESK’iyan xwar.
Tevî hemû astengiya polîsan jî KESK’î heta cihê çalakiyê bi berzkirina dirûşman meşiyan û ji aliyê girseyê ve hatin pêşwazîkirin.
Girseyê lolîpopên “Jin jiyan azadî”, “Hevserokatî xeta me ya mor e” û “Bêtirs û bêxof em li vir in” û bênavber dirûşmên li dijî qeyûm berz kirin. Dengbêj Feleknas jî kilam ji girseyê re got.
‘WERIN EM JI DERDÊ DAYIKÊN XWE RE BIBIN ÇARE’
Pişt re daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ewil Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan axivî û destnîşan kir ku tevî hemû zilm û zordestiyê jî berxwedana wan didome û got: “Heta qeyûm biçe em ê li ber xwe bidin.” Ceylan bal kişand ser çalakiya malbatên bi angaşta zarokên wan HDP’ê şandiye çiyê jî û got: “Nikarin me û malbatên me bînin hemberî hev. Em ê lîstikên wan vala derxin. Bi salane ji bo em azadiyê diyarî gelê xwe bikin, em di nava têkoşînê de ne. Em bang li îktîdar û muxalefetê dikin bila werin em komîsyonekê ava bikin û me ji derdên dayikên xwe re bibin çare.”
‘SELÇÛK KULÎLKA NAV DILÊ AMEDÊ YE’
Li ser navê TTB’ê Dr. Selma Gungor jî axivî û wiha got: “Em li dijî bêhiqûqiyê niha li pêşberî we ne. Hevalê me Selçûk bi salane ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşe. Selçûk kulîlka nav dilê Amedê ye. Ev welat ê me hemûyan e. Em hemû xweî heman mafan e. Ji wezîfegirtina hevşaredaran li dijî mafê hilbijartinê yê gel e. Em van bêhiqûqiyan qebûl nakin. Bila demildest van qanûn û bêhiqûqiyan rast bikin. Em qeyûm qebûl nakin.”
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Bakî Ondeş jî axivî û diyar kir ku dê îktîdar nikaribe vî welatî bi qeyûman birêve bibe û ew ê têkoşîna xwe li dijî bêhiqûqiyê dewam bikin.
‘HIQÛQA XWE JÎ BINPÊ DIKIN’
Rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş jî anî ziman ku îktîdar qanûn û hiqûqê derxistiye nas nake û ew ê desteserkirina vîna gel qebûl nekin. Okumuş da zanîn ku cara duyemîn e vîna gelê kurd tê desteserkirin û got: “Ev binpêkirina hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa gerdûnî ye. Heta em qeyûman bişînin em ê li vir bin û têkoşîna xwe dewam bikin.”
Piştî axaftinan girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû.