MÊRDÎN - Li navçeya Mahsertê, piştî ku midurê hêzên taybet ê polîsan duh di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin û li qadên çolterên gundan şewatê rû da.
Li herêma gundê Omeriyan a navçeya Mahsertê ya Mêrdînê, duh ekîbên tevgera taybet ên polîs û jendirmayan, bi tevlîbûna cerdevanan operasyon li dar xistin. Di operasyonê de pevçûnê rû da, cerdevanek birîndar bû û Midurê Şaxa Hêzên Taybet ê Polîsan ê Mêrdîn Tufan Kansuva jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûnê, li gundên Cînata Muho, Cînata Hiso yên navçeya Nisêbîn û gundên Yastê û Haciya yên navçeya Mahsertê, qedexeya derketina derve hat îlankirin. Şewata ku duh bi şev rû da, her ku diçe mezin û belavî gundên Kewarêx, Xanêsora û Xirbê Mamîtê yên Mahsertê dibin.
Welatiyên gundan ji ber qedexeya derketina derve, nikarin mudaxileyî şewatê bikin.