AMED - Yekemîn danişîna Mesût Issi yê hevjîna xwe Parêzer Muzeyyen Boylu li ber çavê zarokên xwe kuşt wê sibe bê dîtin. Ji bo Issi cezayê muebeta giran tê xwestin.
Yekemîn danişîna Mesût Issi yê di 19’ê Gulanê de hevjîna xwe Parêzer Muzeyyen Boylu ya li ber berdanê bû, li ber çavên zarokên xwe kuşt wê sibe li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Ji bo Îssi bi sûcdariya “Bi zanebûn û bi hestên cinawirî kuştin” cezayê muebeta giran tê xwestin.
Li bendê ye ku Navenda Pêkanîn û Şopandina Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komelya Mafê Mirovan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî û dezgehên jinan wê dozê bişopînin.
ÎDİANAME
Li gorî îfadeyên Mesût Issi yên di îdianameyê de cih digirin, bi hevjîna xwe pirsgirêkan dijî û giliyê wî li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye. Issi, di îfadeya dayî de, dest nîşan kir ku ji ber tirsiyaye, çek li gel xwe gerantiye.
ÎDÎA KIR KU BÛYER NAYÊ BÎRÊ
Issi, di îfadeya dayî de wiha got: “Li kreşê pêşandana zarokê min hebe. Li ser îsrara kurê xwe ez çûm. Min bi hevjîna xwe re pêşandan temaşe kir. Piştî ku me zarok li wesayîtê siwar kirin, min xwest em bi axivin. Dema ku min deriyê wesayîtê vekir, ezê rûniştibam û biçûma. Lê di wê kêliyê de min çek kir destê xwe û bi dû ketim. Tenê ev tê birî min. Dûre dema kurê min got ‘yadê yadê’ min hevjînê xwe dît. Min destê xwe dabûn ser cênîka xwe. Lê di çekê de gule nemabûn. Ez nizanim di çekê de çend gule hebûn. Ji bo ku zarokên min li wir nemînin, min birin gel bavê xwe. Dûre jî bi taksiyê çûm miduriyeta polîsan û teslîm bûm. Ez pûşmanim.”
CEZAYÊ MUEBETA GIRAN TÊ XWESTIN
Di îdîanameyê de, ji bo Mesut Issi, bi sûcdariya “Bi zanebûn, bi plan û bi hestên cinawirî kuştin” cezayê muebeta giran tê xwestin. Di heman demê, ji ber ku Issi “Bê destûr çek û guleyên wê ligel xwe girtine” 3 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.