ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di bernameyek Tv de axivî û parast ku tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê li gorî zagonê ye. Soylu xwest ev tayînkirin wekî “Serokên Şaredariyan yên demborî hatine peyvirdarkirin" bên pênasekirin. Suleyman Soylu ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî got: "Şaredariyek Nikare Tirkiye bi rêve bibe. An ji bi gotinên mezin nikare li holê bigere."
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di CNN Turk de bû mêvanê bernameya Hakan Çelîk û têkildarî geşedanên di rojevê de pirsên Çelîk bersivand. Soylu, bal kişand ser "Herêma Ewle" ya li sînorê Bakurê Rojhilata Sûriye û tevgera eskerên Tirk û DYA û got: “Tirkiye li vir posîzyona sererastkirinê dimeşîne. Erdnigarî ji bo koçberan ne avantaj e. Herêm ji bo tiryakê pir e. Tirkiye di mijara Rojhilatê Firatê de gav paşve neavêt.
Soylu nerazibûna xwe ya peyva 'Qeyûm' jî anî ziman û xwest qeyûmê tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdînê kirine wekî “Serokên Şaredariyan yên demborî hatine peyvirdarkirin" bên pênasekirin. Suleyman Soylu parast ku pergala Hevserokatiyê ji aliyê Qandîlê ve hatiye diyarkirin û Hevşaredarên HDP'ê nikarin bêyî Qandîlê tu tiştî bikin.
Suleyman Soylu ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî got: "Şaredariyek Nikare Tirkiye bi rêve bibe. An ji bi gotinên mezin nikare li holê bigere. Hilbijartina Soylu hem demokratîk e hem jî hiqûqî ye. Le divê karê şaredariyê bike. Şaredariyek nikare Tirkiye bi rêve bibe. Dibe ku bixwaze polîtîka bike. Lê divê berê karê xwe bike. Di ziyareta Amedê de got 'Min silavên 16 milyon Stenboliyan ji Şaredarên Wan, Amed û Mêrdînê re anî. Ez hilbijêrê Stenbol im. Min ji tu kesî re silav neşandiye."
SOYLU: LI TIRKIYE 600 PKK'Î MAYE
Soylu, dîsa parast ku li Tirkiye hêjmara PKK'iyan pir kêm kiriye û niha li Tirkiye tenê 600 PKK'î mane. Soylu, parast ku bi hezar malbatên PKK'îyan de di nava têkiliyê dene û bi vê rêbazê sala par 160 PKK'î bi rêya malbatan anîne teslîm kirine.