ENQERE - 8 kesên li dijî tayînkirina qeyûman belavok belav dikirin ên hatin binçavkirin, hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Mamakê, bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûman, duh belavok kirin. Polîsên hêzên çewîk 8 HDP’iyên li taxên navçeyên Mamak’ê belavok belav dikirin rawestandin û ji wan re gotin ev belavokên li dijî qeyûm wê neyên belav kirin û 8 kes binçavkirin.
Polîsan 8 kesên birin Qereqola Yavuz Selîm, derbarê wan de li gorî qanûna hejmara 2911’an lêpirsîn bi rêve birin û ji bo 8 kesan cezayê 250 TL pere bîrin. Polîsan dûre 8 HDP’î berdan.
Navê kesên hatibûn binçavkirin û berdan wihane: “Hevserokê HDP’ê yê Mamak Nasîhat Varli, Dîlan Karaer, Adem Bucagi, Huseyîn Çelîk, Celal Ataş, Muhammed Batûr, Ercan Ozbey û Kazim Coşkun.