ENQERE – Doza JÎTEM'ê ya Qoserê piştî 5 salin tê dîtin sibê li bendê ye biryar bê dayîn. Di danişîna ku bersûcên faîl nediyar tên darizandin, carek din ji bo bersûcan beraet hat xwestin.
Di 18'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya têkildarî înfaza 22 kesên di navbera salên 1992-1996'an de di serdema Serheng Hasan Atîllla Ugur, de hatin kuştin û di dozê de Fermandarê Cendirmeyan a Amedê Serheng Eşref Hatipoglu, Fermandarê Boluka Komando Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan û cerdevanên gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemir tên darizandin wê sibê li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 19’emîn ku di raya giştî de weke “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” tê nasîn, li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.
Di serdema lêpirsîna Ergenekonê ya Stenbolê de îfadeya şahidê nepen ê bi kodê “Aydos” derket holê. Serdozgerê Komarê yê Qoserê lêpirsîna JÎTEM'ê, piştî îfadeya Aydos derket holê dest bi lêpirsîna JÎTEM'ê kir. Aydos, di îfadeya TEM'ê ya Stenbolê ya di 27'ê Cotmeha 2008’an de gotibû "Bersûcên Ergenekonê Serheng Hasan Atilla Ugur dema li Qoserê Serpel bû û Fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê bû, gelek cînayet pêk hatin û berpirsiyarê van cinayetan e. Hasan Atilla Ugur, di bin navê têkoşîna bi terorê re li herêmê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Dadgehê der barê dozê de biryara bê erkiyê da û doz şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dîsa ji bo lêkolinek fireh bê kirin dozya dîsa di 10'ê Cotmeha 2013’an de Şandin Serdozgeriya Komarê ya Qoserê. Piştre îfadeya xizmên windayan hatin girtin û lêpirsîn hat firehkirin. Di lêpirsînê de li Gundê Boxetar ê Qoserê di bîra avê de hestî derketin. Dîsa li Gundê Tilzêrîn hestiyên mirovan derketin. Di encama testa DNA de derket holê ku hestî aydî Nurettîn û Necat Yalçinkaya yên birayê hev in. Du bira di bin çavan de hatibûn windakirin. Dîsa derket holê ku hestî aydi Zubeyir Bîrlîk, Zekî Alabalik, Abdurrahman Coşkun, Mehmet Emin Abak in. Wê demê bi îdîaya PKK'ê kiriye ser dosyayê girtin. Piştî di 23'ê Gulanê û 10-11'ê Hezîrana 2013'an de hestiyê Abak ji bîra avê derket kuştina Mahmut Abak a ji aliye JÎTEM'ê ve xurttir bû. Derket holê ku hin hestî aydî xizmên Mahmut Abak Mehmet Emin Abak in.
JI MALBATEKÊ 7 KES HATIN KUŞTIN
Di 1'e Kanûna 1992’an de li Qoserê ji malbata Yîgît 7 kes hatibûn kuştin. Piştre gotin “PKK'ê kiriye" dosya girtin. Piştî îfadeya şahidê nepen “Oguz”, a “7 kesên hatin kuştin sempatîzanê PKK'ê bûn. Bêyî der barê wan de lêpirsînek fermî bê stendin, endamên JÎTEM'ê bêyî wan darizîne kuştin. Ev kesên hatin kuştin bi traktora wan derxistin dervê gund. Endamên JÎTEM'ê xwe wekî endamên PKK'ê pênase kirin. gotin ‘Maşîneya me li dervê gund maye' û alîkarî ji gundiyan xwestin. Piştre 7 kes birin û kuştin."
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN
Di lêpirsîna 13'ê Gulana 1995'an de li Gundê girêdayî Şemrexê Şehmuz Kaban û şivean Memduh Demir kuştin. Aqûbetna wan di 21'ê Hezîrana 1995’an de gotin dema PKK'î nîşan da maşîn bi wan de teqîya û dosya wan girtin.
NOTIRVANÊ GORISTANÊ
Di çarçoveya lêpirsînê de Notirvanê Goristanê yê Qoserê Husamettin Karaca diyar kir ku Abdulvahap Ateş li goristana bêkesan defin kirin. Di sala 1993'an de nêzî 30 cenazeyên nasnameya wan dediyar li goristana ser rêya Eradê defin kirin. Ev cenaze ji morga nexweşxaneyê dihatin û esker û polîsan teslîmî me dikirin. Ewil bi kefen defin dikin. Piştî cenaze zêde bûn tevî cilê wan defin kirin."
Şahid "Oguz" (Bedran Akdag) ku piştre nasnameya wî diyar bû jî di îfadeya xwe de got “Di navbera 1994- 2010'an de cerdevaniya gund kir. Di navbera salên 1997-1999'an de tev li JÎTEM'ê bûm. Di vê demê de min bi nasnamya JİTEM'ê peyvir girt. Li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê avahiya JİTEM’ê hebû. Ez bûm şahidê xebatên JÎTEM’ê yên li Qoserê. Wê demê bi sedan kes neheq hatin binçavkirin û aqûbeta wan nediyar e. Wê demê rêberê JÎTEM'a Qoserê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Qoserê Hasan Atilla Ugur bû. Hasan Atilla Ugur wê temê ‘Tîmê Kêrê" Ava kir.
Piştî dozger îdîaname amade kir, di 17'ê Îlona 2014'an de 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Beriya danişîna yekem bê dîtin di 20'ê Mijdara 2014'an de 5'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi hinceta "Ewlehiyê" doz sewqî Enqereyê kir.
Di 3'ê Adara 2015'an de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê yekemîn danişîn hat dîtin. Der barê bersûc Hasan Atilla Ugur û Eşref Hatipoglu de ji ber rutbeya wan destûr nedan ku der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Dosya şandin Lijneya Bilind a Dozger û Hekîman (HSYK) HSYK’ê biryar da ku ji ber “Rêxistina çekdarî ava kirine" û “Bi zanebûn mirov kuştine" divê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin.
Di danişîna 15'ê Çileyê de parêzerê mexdûran Erdal Kuzu heyeta dadgehê red kir û xwest heyet bê guhertin. Di danişîna 24'ê Hezîrana 2016'an de xizmên windayan û parêzer amade bûn. Piştre hat îdîakirin ku kuştî Nurettin Yalçınkaya dijî. Di 11'ê Nîsana 2019'an de îfadeya Zeynep Yalçinkaya girtin. Lê Zeynep got agahiya wê ji kuştina Nurettin Yalçinkaya tune.
Di danişîna 18'emîn a 28'ê Gulana 2019'an de, ji bersûcan Mehmet Salih Kiliçaslan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên gazindker Senem Doganoglû, Erdal Kûzû û gelek parêzerên din beşdarî danişînê bûn Şandeya dadgehê berî ku dozger mutala bixwîne, ji Kiliçaslan pirsa daxwazên wî kir. Bersûc diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze. Dozgerê Komarê Mehmet Hanîfî Yildirim piştî parastina parêzerên gazindker, mutala da. Dozger di mutaleya da û ji ber demboriyê xwest ku bersûc bên beraet kirin. Şandeya Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîna taloqî 9’ê Îlona 2019’an kir. Danişîna dozê wê sibê bê dîtin.
MA/ Berivan Altan