STENBOL - Şêniyên navçeya Esenlerê, bertek nîşanî biryara Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê dan ku wezaret dixwaze hin taxên navçeyê veguhêzîne. Şêniyên taxê gotin: "Ji bo rantê me ji taxa me derdixînin." Her wiha Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê jî dê ji bo plana heyî îtiraz bike.
Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, plana îmarê ya ji bo navçeya Esenler a Stenbolê di 22'yê Tebaxê de pesend kir. Wê di çarçoveya vê plana di bin navê "veguherîna bajêr" de beşek ji Esenlerê transferî qada leşkeî ya Topkûle-Baştapyayê bê kirin. Tê gotin wê li tevahiya navçeyê gelek malbat û kargeh bên transferkirin û tê gotin wê piraniya Taxa Tûrgût Resîê jî bê transferkirin.
Her wiha dê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), ji bo betalkirina vê planê îtiraz bike.
'NE LI GOR STANDARDAN E'
Sekreterê Şaxa Oddeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê yê Stenbolê Oktay Kargul, bilêv kir ku daneyên derbarê taxa Tûrgût Reîs û Yenîşehîrê ne tam in û got: "Tenê ji bo li qadeke vala veguherandin pêk bê planek hatiye çêkirin. Her wiha daneyên di planê de ne li gor standardên metrekareyên hatine diyarkirin."
Kargul, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya plana îmarê ya Esenlerê tune ye û got: "Tenê hatiye diyarkirin ku avahî bisrîsk in. Wê welatiyan ji cihên wan derxînin. Di rewşên wisa de divê avahî baş bên sazkirin û divê mirovan ji cihên wan dernexînin. Niha dixwazin wir vala bikin. Ev yek dibe ssedem mexdûriyetê."
'BILA TAXA ME NEYÊ RÛXANDIN'
Şêniyê Taxa Tûrgût Reîsê Sadik Akkoç, got: "Wê qada me ya jiyanê texrîb bikin. Wê çanda me ya li van kuçeyan û vê taxê, dê qadên jiyanê yên zarokên me xera bikin û wê sîteyên ecêb çê bikin. Em naxwazin taxa me bê rûxandin."
'JI BO RANTÊ'
Akkoç, bilêv kir ku polîtîkayên rantê gel mexdûr dikin û got: "Em biçin cihên nû jî em ê mexdûr bibin. Mesela mala me ya niha 140 metrekare ye, lê xaniyê ku dê bidin me wê hîn biçûktir be. Wekî sedem jî îşaret biq adên park û baxçeyê dikin. Lê wê li cihê avahiyeke 4 qatî avahiyeke 15 qatî bê çêkirin. Mesele meseleya rantê ye."
Erdî Ûçar jî, îşaret bi xaniyên nû tên çêkirin kir û got: "Dibêjin veguherandina bajêr. Dibêjin xaniyên ji bo erdhejê en saxlem in, lê tiştek wiha bibe wê ev xaniyên nû jî birûxin. Li taxa Sûlûkûle û Havaalaniyê em bûn şadih. Wê heman tiştî li vir jî bikin. Tu devereke ku em bêhnê lê bistînin nehiştin."
'EM Ê 20 SALAN DEYN BIDIN'
Şêniya taxê Alkay Kalyoncû jî got: "Wê 15-20 salan me têxin bin deynan. Wê ji bo xaniyên me yên heyî 80-100 hezar lîreyî bidin ber me. Lê wê xaniyên me bi 300-350 lîreyî dîsa bifiroşin me. Em ê çawa vî pereyî bidin? Xaniyê herî erzan bi 350 lîreyî ye. Bi qasî fiyetê xaniyekî wê me bikin deyndar. Em naxwazin heta em sax bin vî deynî bidin."