AMED - Hevşaredara berê ya Şaredariya Licê Rezan Zûgûrlî Ataş ku hat girtin û piştî du salan hat berdan, diyar kir ku di navbera tayînkirina qeyûmên berê û yên nû de tu ferq tune ye û got, dewlet bi her awayî berê xwe daye destkeftiyên kurdan.
Hevşaredara berê ya Şaredariya Licê Rezan Zûgûrlî Ataş ku di 9’ê Sibata 2017’an de dema hevşaredar bû ji peywirê hat girtin û di 17’ê Tebaxa 2017’an de hat girtin, piştî 2 sal û 15 rojên li girtîgehê hat berdan. Zugûrlî, bal kişand ser tayînkirina qeyûmên dema ew hevşaredar bû û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.
LÊGERÎNA TAZÎ Û DERBKIRIN
Zûgûrlî, bi bîr xist di 17’ê Tebaxa 2017’an de dema ew û diya xwe li Kolan Lîseyê ya Yenîşehîr a Amedê dimeşiyan hatiye derbkirin û paşê hatiye girtin. Zûgûrlî, bilêv kir ku piştî 21 rojên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tevî kurê xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatiye kirin û li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatie ferzkirin û gardiyanan ew derb kiriye.
TEVÎ KURÊ XWE DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Zûgûrlî, anî ziman ku ew kurê xwe Alîşêr di girtîgehê de mane û got: “Alîşêr hîn nû dest bi meşe kiribû. Min wî li ser ranzayê dixist xew. Min nedihişt kêliyekê jî bi tenê bimîne, çimkî tim ji ranzayê diket. Serê wî li hin cihan diket, ji nêrdewanan diket erde. Hema bêje heftê carek du caran min wî dibir beşa lezgîn. Tiştên pir cuda hatin serê me. Derûniya zarokan cuda ye. Alîşêr nizanibû ji bo ç idi cihekî wisa girtî de ye. Mesela dema deriyên hewadariyê dihatin girtin digot, ‘çima digirin.’ Min şîr dida kurê xwe. Hîn yek salî bû. Lê piştî du sê mehan şûnde mecbûr mam kurê xwe bişînim û ji şîr bikim. Mesela gava derket nedixwest careke din bê girtîgehê.” Zûgûrlî, anî ziman ku divê ji bo dayik û zarokên girtî çareyên mayînde bên peydakirin.
BERIYA QEYÛM ERKA WÊ JÊ HATIBÛ STENDIN
Zûgûrlî, bal kişand ser qeyûmên dema hevşaredar bûye hatine tayînkirin û got, hîn qeyûm nehatibûn tayînkirin erken wan ji dest wan hatibûn stendin û nikaribûne tu karî bikin. Zûgûrlî, got: “Ç idi îhaleyên ji bo karkeran, ç idi îhaleyên din de erka îmzeyê ji dest me hatibû girtin. Biryara dawî di a qeymeqamtiyê bû. Paşê ji bo girtina karkeran hayê qeymeqamtiyê pê dihat xistin. Yanî bi navê erke tiştek di dest me de nambû. Pêvajoya dawî jî pêvajoya tayînkirina qeyûman bû.”
Zûgûrlî, bilêv kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin ji ber di dozeke xwe ya berê de hikum xwariye seorkotayiya wê hatiye betalkirin û paşê hatiye girtin. Zûgûrlî, diyar kir ku 3 doz lê hatibûn kirin û ji van dozan ji dudoyan beraet kiriye.
‘BÊHIQÛQÎTÎ YE’
Zûgûrlî, ji bo tayînkirina qeyûmên nû jî bilêv kir ku îktîdar serketina kurdan tehamul nake û bi hemû amûrên dewletê berê xwe daye destkeftiyên kurdan. Zûgrûlî, got: “Me ji pêvajoya 2016-2017’an re digot pêvajoyeke bêhiqûqî ye. Lê niha pêvajoyeke hîn bêhiqûqî û hîn bêedlaetî pêk tê. Madem wê ji peywirê bihatana girtin çima hatin hilbiajrtin? Ji bo têkoşîna gelê kurd qetûbir bikin ev tişt tên kirin. Vîna gel tê xespkirin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Divê ev bêhiqûqîtî bê sekinandin.” Her wiha Zûgûrlî, anî ziman ku di navbera tayînkirina qeyûmên berê û yên niha de tu ferq tune ye.
MA / Aydin Atay