STENBOL –Dayik û Mirovên Şemiyê bal kişandin ser çalakiya malbatên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê û diyar kirin ku cihê çalakiyan ne li pêş avahiya HDP'ê ye û wiha gotin: "Muxatabên malbatan dewlet e. “Li şûna hûn li pêş avahiya HDP'ê rûnên, divê hûn li pêş AKP û MHP'ê rûnên. Her hûn bêjin ji şer re na, AKP û MHP ji şer de dibêjin erê."
Dayik û mirovên Şemiyê malbatên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiyê li dar dixin hişyarkirin û xwestin muxatabên xwe rast diyar bikin. Dayik û Mirovên Şeniyê bertek nîşanî îdîayên malbatên ku dibêjin 'HDP'ê bi zorê zarokên me şandine çiye' dan û gotin: "Muxabat ne HDP ye. Cihê hûn li pêş çalakiyan li dar bixin saziyên dewletê û îktîdara AKP-MHP'ê ye. Ji Dayik û Mirovên Şemiyê Hasan Karakoç û Nuran Atmaca, bang li malbatên li pêş avahiya HDP'ê rûniştin kirin û gotin: “Cihê hûn lê runên ne pêş avahiya HDP'ê ye."
‘BIÇIN PÊŞ AKP Û MHP'Ê'
Meta Ahmet Turan Atmaca yê çalakiya rojiya mirinê ya 96'an û çalakgera Dayikên Şemiyê Nuran Atmaca, bertek nişanî çalakiya li pêş avahiya HDP'ê da û wiha axivî: “Min nuçeyên A Haber temaşe kir. Li wir biryargeh ava kirine. Li çiyê meaşê 10-20 milyon nadin van zarokan. Ev zarok li otelên 5 stêrk namînin. Ev zarok ji zilma dewletê direvin. Ew qas polîs, esker, kamera hene ev zarok çawa diçin çiyê? Derewan dikin. Li şuna li pêş HDP'ê rûnên divê biçin li pêş AKP û MHP’ê rûnên. Her ku em dibêjin ji şer re na, ew dibêjin ji şer re erê." Ger ku bi vî pereyê li şer xerç dikin pêşeroja zarokan xerç kiribûna ew zarok nediçûn çiyê."
‘MA DAYIK VÊ RASTIYÊ NIZANIN?'
Atmaca, destnişan kir ku ew hurmetê ji êşa dayikên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine re nîşan didin û wiha lê zêde kir: "Kurê Remziye Akkoyunlu, Mecrûn Akkoyun, li Girtîgeha Tîpa F a Bolu piştî dîmenê dayika xwe di televîzyonê de temaşe kir ketiye nava hewldana întîharê. Ma dayik nizane ku kurê wê girtî ye. Çima diçe li wir bejin û bala xwe li ba dike. Ev şer kêri karê wan tê. Kêrî bazirganê çekan tê. Tu ferqa hêsîrê çavên dayikan tune. em her dem li dijî şer in. Lê îktîdara AKP, MHP'ê divê vê şaşiyê rast bike. Em dibêjin edî bes e."
DEWLETÊ PIŞTA XWE DAYE ME
Birayê Ridvan Karakoç ê di 20'ê Sibata 1995'an de hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Hasan Karakoç jî wiha got: "Ez êşa wan fam dikim. Yê herî zêde êşa wan û hestê wan fam bikin em mirov û dayikên Şemiyê ne. Xwedîderketina li zarokên xwe tiştekî mirovî û xwezayî ye. Lê li navnîşana şaş bertekên xwe tînin ziman. Ya berpirsiyar dewlet û hikûmet e. Yê ku rê li pêş derketinê bigire dewlet û hezên dewletê ye. êşê me jî hene. 25 salin em li windayan digerin. Dewletê pişta xwe daye me. Medya çav û guhê xwe girtiye. Heta niha der barê Dayikên Şemiyê de xetek xêz nekirine nûçeyek nenivîsine. Lê ev çar rojin ew malbat li pêş HDP'ê rûdinên di manşetên xwe de cih didin wan. Em hurmetê nîşanî êşên wan didin. Lê muxatabê wan ne HDP ye. Dewlet e Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike. Divê makeqanûna ku hemû mafên mirovan diparêze ji nûve ava bike. Çima mirov berê xwe didin çiyê? Em 25 salin li vir diqîrin. Lê heta niha dengê me nehibîstine. Dayikên şemiyê her hefte li vir dikin qêrîn. Lê dengê me nabihîzin. Serokwezîrê wê demê û Serkoomarê niha di sala 2011'an de bang li me kir. soz dan me. Lê heta niha sozek xwe pêk neanîye. Nêzîkatiya dewletê durû ye. Bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî dayikên şemiyê dike, lê li aliyê din xwarin dibe ji wan malbatan re. li ber wan nobetê digirin. Rojname wan di manşetê de dibînin. Muhatabê wan malbatan ne HDP ye. Dewlet û Îktîdara AKP-MHP'ê ye."