* Dayik û Mirovên Şemiyê bal kişandin ser çalakiya malbatên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê û diyar kirin ku cihê çalakiyan ne li pêş avahiya HDP'ê ye û wiha gotin: "Muxatabên malbatan dewlet e. “Li şûna hûn li pêş avahiya HDP'ê rûnên, divê hûn li pêş AKP û MHP'ê rûnên. Her hûn bêjin ji şer re na, AKP û MHP ji şer de dibêjin erê."
* Hevşaredara berê ya Şaredariya Licê Rezan Zûgûrlî Ataş ku hat girtin û piştî du salan hat berdan, diyar kir ku di navbera tayînkirina qeyûmên berê û yên nû de tu ferq tune ye û got, dewlet bi her awayî berê xwe daye destkeftiyên kurdan.
* Li Colemêrgê, gundiyan gihayê ku havînê ji bo heywanên xwe dirûtin, bi hatina payîzê re dikişînin gund. Berê gundiyan gihayê ku didirûtin zivistanê bi taxûkan dikişand, lê belê niha bi wesayîtan dikişînin.
* Li navçeya Pasûrê, Adil Yildizê 80 salî 65 sal in şivantiyê û hevjîna wî Dilşad Yildiz jî 50 sal in berîvantiyê dike. Malbata Yildiz, bilêv kir ku sewalvanî zehmet e û gotin: "Lê dîsa jî ji bo me tasek dew berberî her tiştî ye."
* BEKSAV ku li Kadikoyê xebatên xwe bi rê ve dibe, wê di serdema bê de xebatên wê bidomin. Wê weqf ji bo Komkujiya Pirûssê pêşangehê çê bike û ji bo kursên dê bên vekirin jî bang li her kesî hat kirin.
* Şêniyên navçeya Esenlerê, bertek nîşanî biryara Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê dan ku wezaret dixwaze hin taxên navçeyê veguhêzîne. Şêniyên taxê gotin: "Ji bo rantê me ji taxa me derdixînin." Her wiha Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê jî dê ji bo plana heyî îtiraz bike.
* Doza JÎTEM'ê ya Qoserê piştî 5 salin tê dîtin sibê li bendê ye biryar bê dayîn. Di danişîna ku bersûcên faîl nediyar tên darizandin, carek din ji bo bersûcan beraet hat xwestin.
* Li Cizîrê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî ji ber nexweyîtîkirinê hildiweşin. Ber sûrên dîrokî, veguheriye çopxaneyê û bûye navenda tiryakêşan.
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê têkildarî perwerdehiya sala nû li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* ANYAKAY DER, ÎHD û TİHV ji di navde gelek saziyên mafên mirovan wê têkildarî 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê ya Gundê Oleka Jor derxistin û birin saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û hêj nedane malbatan wê li Otela Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê wê Nobeta Demokrnasiyê li Wan, Amed û Mêrdînê berdewam bike.
* Jin wê bi dirûşmeya “Em di jiyanê û jiyandinê de bi israr in" ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)