MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, piştî şerê ku Midurê Şaxa POH'ê Tûfan Kansûva têde jiyana xwe ji dest da, li 4 gundên di navbera Nisêbînê û herêma Omeryan qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Mêrdînê, li gundên Buyukkardeş û Kuçukkardeş ên Nisêbînê û gundên Sûlakdere û Dûygûlû yên herêma Omeriyan ku operasyona leşkerî dabû destpêkirin, qedexeya derketina derve îlan kir. Hat ragihandin ku qedexeya li herêma Omeriyan heta hişyariya duyemîn dê bidome. Li gundên ku qedexe li wan hatiye îlankirin, di saetên serê sibehê de şer derketibû û Midurê Şaxa Tevgera Taybet a Polisan (POH) a Mêrdînê Tûfan Kansûva jiyana xwe ji dest dabû û verdevanekî jî birîndar bûbû.