ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di hefteya 262’yemîn de, bal kişand ser rewşa Bahattîn Salhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne.
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 262'yemîn li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, Nûnerên Hewldana Azadiya Ramanê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat daxuyaniya vê heftê da û wiha axivî: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Di şert û mercên zor û zehmet de dijîn. Mûayeneyên bi kelepçekirî dewam dikin. Girtiyên nexweş di ringên bêhewa de sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Êdî ev rewşe veguheriye pêkanînên îşkenceyê.”
‘JI BER TRAVMAYA MEJÎ HAT EMELIYATKIRIN’
Kanat, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bahattîn Salhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê girtin û wiha got: “Salhan di sala 1997’an de ji serê xwe birîndar dibe û dûre tê girtin. ji ber travmaya mejî hat emeliyatkirin. Di tevahiya jiyana xwe de, neçare ku dermanan bi kar bîne. Her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Salhan ji ber nexweşiya xwe divê li cihên qerebalix bimîne. Divê dermankirina wî li gorî rûmeta mirovan bê kirin. Em dixwazin Salhan ê rîska wî ya jiyanê heye, bê berdan û bi lezgînî bê dermankirin.”