STENBOL - Di hefteya 389’emîn a “Rûniştina F” de, rewşa girtiyê nexweş ê 75 salî Ahmet Silik hat nirxandin û hat xwestin serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 389'an de berdewam kirin. Komîsyonê dîsa xwest li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixwe, lê polîsan destûr neda çalakiyê. Komisyonê piştî astengiyê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Komîsyonê wêneyê girtiyên nexweş û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin" û “Tecrid dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Şevîn Coşkûn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê ku beşek laşê wî felç bûye Ahmet Silik (75) ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê girtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Taylan Bekin daxuyanî da û xwest Silik bê berdan.
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’
Bekîn, diyar kir ku Silik ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê birîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û wiha axivî: “Silik 75 saliye û beşek laşê wî felç bûye. Nexweşiyên wî yên prostat, şekir, dil û tansiyona bilind hene. Silik du caran hatiye emeliyat kirin. Silik ê rewşa wî nebaşe, nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Saziya Tipa Edlî (ATK) di 16’ê Cotmeha 2018’an de rapora “Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînê,” da Silik. Her roja diçe rewşa wî xerabtir dibe. Di dema hevdîtina malbatê de jî zarokên xwe nas nake.”
Bekin, di dawiya axaftina xwe de xwest girtiyê nexweş Ahmet Silik demildest bê berdan.