AMED - Li navçeya peyasê wesayîtekî li dormîşa rêwiya qelibî û 10 kes birîndar bûn.
Li xaçerêya Tekelê ya navçeya Peyasê ya Amedê qezayeke trafîqê çêbû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wesayîtek dema ku xwestiye wê derbas bike, bi paş ve li dormîşeke rêwiyan ketiye û bi bandora lêketinê re dormîş qelibiye. Di encama qelibandinê de 10 rêwiyên di dormîşê de ji deverên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Komên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê birîndaran ji dormîşê derxistin û di cih de mudaxaleyî wan kirin û paşê jî ji bo tedawiyê ew rakirina Nexweşxaneyan Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.