Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin

img

AMED - Li Amed, Wan û Mêrdînê Nobeta Demorasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 20'an de berdewam dike. Siyasetmedar Nesrîn Nas li Amedê tev li Nobeta Demokrasiyê bû û got: “Bi tayînkirina qeyûnan vîna gelê Tirkiye xesp dikin." Berdevkê Platforma Gazî û şehîdên Gaziyan Volkan Kesanbîlîcî jî got:  "Mixabin her car ji bo bûyerê nexweş em tên Amedê. Em ê her dem piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin." 

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 20'an de berdewam kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedî li kolana Lise berdewam kir.  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, parlamenterên HDP'ê, Hevşeredar, Rêveberên ESP'ê, Dayikên Aştiyê. nûnerên rêxistinên demokratîk di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kirin. Kesên di nobeta demokrasiyê de li dijî qeyûman dirûşme berz kirin. 
 
MALBATÊN GEZÎ DI NOBETA DEMORASIYÊ DE NE
 
Di roja 20’an a Nabotên Demokrasiyê de Malbatênk Gazî û Şehîdên Geziyê jî amade bûn. Bavê Alî Îsmail Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan û bavê Berkîn Sami Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfi Sarisuluk amade bûn. Di çalakiyêde pankarta ku kesên di çalakiya Gezî de jiyana xwe ji dest dabûn hat xêzkirin. 
 
DAYIKA ZULKUF GEZEN JÎ DI ÇALAKIYE DE BÛ. 
 
Dîsa dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildrim, Dayika Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist u dawî li jiyana xwe anî, Havva Gezen jî tev li nobetê bûn û piştgirî dan nobetê. Di nobetê de Berdevkê Platforma Gazî û şehîdên Gaziyan Volkan Kesanbîlîcî got: “Em carek din li Amedê ne. Her cara em tên ne ji bo tiştên xweş in. Mixabin her cara em tên ji bo tiştên xerab pêk hatine em li vir in. Hin caran ji bo Sûra hat xerakirin, hin caran ji bo doza Medenî Yildirim ê li dijî Qelekolên li Lîcê hatin avakirin jiyana xwe ji dest da, Hin caran jî ji bo dozaı Tahir Elçî û doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat kuştin em tên vir." 
 
Kesanbîlicî, da zanîn ku ev mirov bi cudakirayê tên sucdarkirin û wiha got: "Na ne wisa ye. Her dem bi mere ketin nava şêwirmendiyê. Her dem ji bo aştiyê tekoşiyan. Ji peyvirgirtina wan wê xizmeta çi bike? Tayînkirina qeyûmê xizmeta pêşeroja welat nake. Em e şêwirmendî û piştevaniya xwe berdewam bikin. Her cara em bên vî bajarî nûnerên vî gelî wê bibin muxatabê me. Em biçin ku emê vê têkoşînê vebêjin û pêş bixin." 
 
NAS: VÎNA TIRKIYEYÊ TÊ XESPKIRIN' 
 
Siyasetmedar Nesrîn Nas jî li ser navê Hewldana Hemwelatîbûnê, Baloka Aştiye û Koma Diyalogê axivî bal kişand ser “Vîna mîllî". Nas, got "Ji bo ku ez bêjim Stenbolê hûn ji bîr nekirine ez latim. Vîna mîllî yekpare ye. Ger ku li Amedê vîna mîllî tune be, li Stenbolê jî vîna mîllî tune ye. Ger ku li Amed, Wan û Mêrdînê vîn bê xespkirin, wê demê vîna Tirkiye jî tê xespkirin. Demokrasî yekpare ye. Em ê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Ger ku em di daxwazên xwe yên demokrasiyê de israr bikin emê bi hêz bibin. 
 
Nas, cezayê li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî hatiye birîn şermezar kir. 
 
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Li Wanê jî Nobeta Demorasiyê di roja 20'an de berdewam kir. Rêxistina HDP'ê ya Wanê li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarinç, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, Murat Çepni, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci, rêvebirên navçe û bajaran ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê  û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya şermezarkirina qeyûman a li ber avahiya navçeya Îpekyoluyê de pankartên "Hevserokatî pergala me ya azadiyê ye, kes nikare xesp bike hat hilgirtin","Qeyûm xesp e","Qeyûm dijminê çandê ye","Qeyûm dijminê jinê ye" hatin hilgirtin. 
 
'Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin'
 
Di daxuyaniyê de Hasan Ozguneş got:"Em li dijî darbeya qeyûman têkoşînek demokratîk didin. Bi awayekî ne hiqûqî dest dan ser şaredariyên gel. Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin. Ji bo nelêritiyên wan derneve holê qeyûman tayin dikin. Ji bo rantê qeyûman tayin dikin. Em ê li dijî vê neheqiyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

10/09/2019
10:24 Hevserokê Giştî û rêveberên ESP’ê hatin binçavkirin
10:14 ‘Me berxwedan ji Şêx Saît û Seyît Riza dewir girt'
10:13 'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’
10:11 Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin
09:15 Egîtîm Sen: Pergala 4+4+4 îflas kir
09:14 Seroka TKDF'ê Gullu: Li weqfan dîn wekî amûreke tirsê tê bikaranîn
09:14 Celalettîn Can: 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didome
09:14 ‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'
09:13 Azad Bariş: Êrîşa li ser cenazeyan, êrîşa li ser bîra kurda ye
09:13 'Ne kesên tayînkirî, em dixwazin kesên hatine hilbijartin şaredariyan bi rê ve bibin'
09:12 Piştî daxwaznameyê 4 meh şûnde wî birin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2019'AN
09/09/2019
18:53 15 meh ceza li Nûçegîhana Jinnewsê birîn
18:34 Egîtim Sen: Windabûna zimanekî, windabûna mîrateya mirovahiyê ye
17:48 Darizandina kujerê Muzeyyen Boylu dest pê kir
Prz: Ji ber nebûna mekanizmaya parastinê Muzeyyen kuştin
17:10 Girtiyê 87 salî jiyana xwe ji dest da
16:51 Dadgehê hemû bersûcên ji doza JÎTEM'ê ya Qoserê beraat kir
16:49 ‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’
16:01 Bi sed hezaran zarok ji dersa kurdî bêpar in
15:46 Li Amedê 3 akademîsyen hatin beratkirin
15:40 Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye
15:28 Nobeta Demokrasiyê di roja 22’an de ye: Werin em pirsgirekê çareser bikin bila dayik negirîn.
15:28 Endama SKM'ê Dîdar Gul: Xwestin min birevînin
15:03 Heyeta HDP û KCD’ê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kirin
14:57 Li Mûşê 7 endamên Meclîsa Giştî yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin
14:49 Girtiyên Girtîgeha Şakranê ji xwarinê jehrî bûn
14:43 Bavê xwe yê 'Faîl nediyar' bibîr xist û bang li malbatan kir: Werin em bi hevre hesab bipirsin
14:36 Ji bo siyasetmedar Dîba Keskîn biryara berdanê hat dayîn
14:00 HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin
13:53 Ji Çiyayên Kazê silav şandin ji Heskîf û Mûnzûrê re
13:13 MED-DER: Em xwedî li zimanê kurdî derkevin
10:34 Derhêner Bakir: Yilmaz Guney dengbêjê sînemaya kurd e
10:30 Kenonglû: Heta Yezîd hebin dê seknên Huseynî jî hebe
10:18 Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye
09:59 Gundiyên li herêma pevçûnê: Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe
09:23 Piştî tayînkirina qeyûm AKP’yî bi hev ketin
09:23 ‘Polîsan li min da, gef xwarin û sîxûriyê li min ferz kirin’
09:22 Dersa kurdî di mufredatê de heye lê li dibistanê nîne
09:21 Li Dersimê aşê avê yê 300 salî xistin xizmetê
09:21 Oluç: Pêdivî bi peymanek civakî heye
09:20 Li Girtîgeha Hîlwanê nebûna avê nepaqijiyê bi xwe re tîne
09:19 Girtiyê nayê dermankirin 57 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Li gundan ji amadekariyê zivistanê komkirina çilo dest pê kir
09:15 Konca: Em ê li Berlînê demokratîkbûna Tirkiyeyê niqaş bikin
09:15 Eskerê li Colemêrgê di şer de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2019'AN
08/09/2019
18:19 Serdozgeriyê piştî fermana Erdogan derbarê HDP’iyan de lêpirsîn da destpêkirin
17:26 Farîsogûllari: Werin em bi hevre aşîtiyeke mayînde pêk bînin
16:55 Komeleyên herêmî piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê: Em li tenişta Hevşaredaran in
16:25 '265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin bidin malbatan'
15:55 Ji ber belavokên qeyûm ên di wesayîtê hat rawestandin
15:12 Turan ê HDP'î: Divê dayik biçin pêş qesrê daxwazên xwe bînin ziman
14:55 EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin
14:52 Nobeta li Çiyayê Kazê 45 rojin didome: Kaniya ava me wê tije siyanur bibe
14:31 Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî di nava dewriya sînor de cihê xwe girt
14:28 Ji tirsa Nobeta Demokrasiyê avahiya partiyê dorpêç kirin
14:26 Ji Nobeta Demokrasiyê: Werin em ji derdê dayikên xwe re bibin çare
12:57 Şewatê li gundên hatin qedexekirin rû da
12:09 Şandeya HDP'ê û KCD'ê bi Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir
12:09 Doza cînayeta Parêzer Boylu wê sibe bê dîtin
11:59 Soylu parast ku tayînkirina qeyuman li gorî zagonê ye
11:10 8 kesên belavok belav dikirin hatin berdan
10:53 Eskerên Tirk û DYA li 'Herêma Ewle' Bi hevre dest gerê kirin
10:35 Çalakiya Dayikan a li dijî dorpêça Mexmûrê di roja 8'an de didome
10:26 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ber bi dawî ve diçe: Dîsa daxwaza beraetê û demboriyê
10:13 'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’
09:08 Şêniyên Esenlerê: Ji bo rantê me ji malên me derdixin
09:07 Sûrên dîrokî yên Cizîrê hindik mane hilweşin
09:06 70 sal in li deşt û çiya heywanan diçêrîne
09:05 BEKSAV det bis erdema nû dike
09:04 Zûgûrlî: Dewlet bi her awayî berê xwe da destkeftiyên kurdan
09:03 Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin
09:02 Mirovên Şemiyê: Neçin pêş HDP’ê biçin pêş AKP û MHP’ê
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN
08:28 Temellî: Ji bo têkoşîna demokrasî û aştiyê girîng e em mil bidin hev
07/09/2019
16:30 Li Mêrdînê piştî şer qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de ye
Bi belavokan bal kişandin ser xwezayê
16:22 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Dermankirina li gorî rûmeta mirovan pêwîste
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş ê 75 salî Silik berdin
15:50 Li peyasê qezaya trafîqê: 10 kes birîndar bûn
15:42 Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin
15:24 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsî
15:23 'Polîtîkaya li ser êşa dayikan nayê qebûlkirin'
14:54 Dayiken Şemiyê bang li dayiken Amedê kir: Cihê hûn lê rûnên ne wir e
14:51 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
14:44 Şandeya HDP û KCD'ê bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir
14:40 ÎSÎG: Di meha Tebaxê de 148 karkeran jiyana xwe ji dest
14:28 Li Omeriyan şer: Midurê Şaxa POH'ê jiyana xwe ji dest da
14:11 Ji Mêrdînê bang: Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin
14:02 Li Bunyanê ceza dan girtiyên êrîş li wan tê kirin
14:01 Cenazeyên zarokên xwe xweztin
13:28 Pankarta HDP’ê ya ‘Vîna gel esas e' daxistin
13:04 KCD: Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî provokasyonan hişyar bin
12:49 Nêzîkatiya 'durû' ya li diji dayikên Kurd
12:48 Malbatên Geziyê tevlî Nobeta Demokrasiyê ya Amedê bûn
11:42 Şandeya KCD û HDP'ê çûn Hewlerê
11:34 Koçyîgît: Pir giring pêdivî makeqanûna demokratik heye
11:13 Ji bo Sûriyeyê xeteke nû: Dê Tirkiye û Îran tunebin
11:01 Girtiyên girtîgeha Patnosê: Girtîgeh dişibe kampa Naziyan
10:04 Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat: Qeyum darbeya li dijî demokrasiyê ye