ÎZMÎR - Di çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" de aqûbeta Kenan Bîlgîn ku di 12'ê Îlona 1994'an de li rawestgeha otobusan a Dîkmena Enqereyê ji aliyê polisan ve hat revandin û careke din agahî ji nehat girtin, hat pirsîn.
Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û xizmên windan ji bo çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber bînaya serokwezîriyê li hev kkom bûn. Endamên HDP'ê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Egeyê (TÛHAYDER) û gelek nûnerên rêxistinên civakî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriyê dan xizmên windayan. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da. Ahmet Çîçek aqûbeta Kenan Bîlgîn ku di 12'ê Îlona 1994'an de li rawestgeha otobusan a Dîkmena Enqereyê ji aliyê polisan ve hat revandin û careke din agahî ji nehat girtin, pirsî û qala çîroka windabûna Bîlgîn û têkoşîna hiqûqî ya malbatê kir.