'Polîtîkaya li ser êşa dayikan nayê qebûlkirin'

img

AMED - AMED - Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer diyar kir ku polîtîkaya li ser êşa dayikan nayê qebûl kirin û got: "Li ser êşa hin dayikên li pêş avahiya HDP'ê lîstikek tê lîstin. Li aliyekî çalakiya hin dayikan qedexe dikin, li aliyê din piştevaniya hin dayikan dikin. Ev ne rewşeke bê fêmkirin e. Ev lîstikeke qirêj û tahluke ye. Cotstandartî ye." Xizmên windayan li Êlihê jî, Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê Metin Ozdemir ên di êrîşa çekdarî de hatin kuştin, bibîr anîn.  

 
Xizmên Windayan, rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di hefteya 552'yemîn de, li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan hildan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Ji malbatên ku di Çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Bavê Alî Îsmaîl Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum û Samî Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, Dayika Medenî Yildirim ê di protestokirina qelekolan de ji aliyê eskeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, Parlementerên HDP'ê, endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn. 
 
'EM VÊ QEDEXÊYAN NASNAKIN'
 
Di çalakiyê de Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer axivî û wiha got: "Ji ber deng derxistina dayikên ku zarokên xwe winda kirî tenê faîl aciz bûne. Ev demekî dirêje li Stenbol û Amedê çalakiya me bi awayekî kêfî, derveyî hiqûqê hat qedexe kirin. Li Stenbolê Qada Galatasarayê, li Amedê hemû qadên vekirî hatin qedexe kirin. Ev tena serê xwe nîşan dide bi çi awayî nêzîk dibin û hiqûq çawa hatiye asteke kêfî. Em dibêjin ku îhlalên mafên mirovan ên giran ên ku li hemberî mirovahiyê hatin kirin hesap pirsîna wan heq e bi meşrû ye û naye qedexe kirin. Em vê qedexê nas nakin."
 
'LI PÊŞ AVAHIYA HDP'Ê LISTIKEK TÊ LÎSTIN'
 
Acer, dest nîşan kir ku bi qedexekirinan ev welate pêş nakeve û wiha bilêv kir: "Dayik îro li pey şopa zarokên xwe ne. Bi salane çalakiya Dayîkên Şemiyê ya meşrû tê qedexe kirin lê li ser êşa hin dayikên din yên li pêş avahiya HDP'ê lîstikek tê lîstin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev ne rewşeke ku were fêm kirin hevalno. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye û du standartdiye. Dewlet divê ji welatiyên xwe re wekhev û bi heqaniyetê nêzîk bibe. Ji bo me êşa hemû dayikan eynî ye. Êşa tu dayikan ji ya din zêdetir nîne. Ji bo mirov wekhev in û êşên wan eynî ne. Çalakiyekê piştevaniyê bikin û ya din qedexe bikin ev karekî aqilane ye û derveyî hiqûq û mirovahiyê ye."
 
'DIVÊ AŞITIYEKE BI EDALET WERE AVA KIRIN
 
Acer, dazanîn ku tenê tiştek heye ku were kirin û wiha rêz kir: "Divê êşen dayikan were sekinandin. Ji vî welatî re divê aşitiyeke bi edalet û heqaniyet were ava kirin. Çareserî tenê eve ji derveyî vê çareseriyên din tune. Tiştên ku derveyî vê were kirin dê zêdetir zirar bide vî welatî û zêdetir dê canê mirovan dê bişewitîne."
 
'BANGA AŞTIYÊ DIKIN'
 
Acar, di dawiya axaftina xwe de, wiha got: "Em li vê derê weke parazvanên mafê mirovan û xizmên windayan bang dikin ku êdî em aştiyê biaxivin. Êdî edaleteke bi aştî û azadîxwaz em ava bikin. Em vê bi hevre bikin. Em dîsa banga aşitiyê ji vê derê dikin. Li ser êşa dayikan polîtîka kirin nayê qebûl kirin."
 
'JI BO ÊŞÊN XWE PARVE BIKIN LI VÊ DERÊ NE'
 
Pişt re Bavê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin, da zanîn ku ji ber ku ew êşên xwe parve bikin li vê derê ne û ev tişt gotin: "Em bang li kesên ku vî welatî rêvedibin dikin, hestiyên van malbatan li kû ne hûn çima nadin. Çima li hemberî lêgerîna wan a mafdar derdikevin. Ev wehşeteke çawa ye. Li hemberî daxwaza malbatan çima ev bêdengî. Dibe ku wek malbat em êşan dikişînin lê em ê êşên xwe biavêjin hûndirê xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Dûre Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan jî pişt re çîroka Mehmet Tevfîk Sîncar ê di 7'ê Tîrmeha 1994'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û pişt re serê sibê li baxçeyê mala wan cenazê wî hat  dîtin xwend. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 
SÎNCAR Û OZDEMÎR HAT BIBÎRANÎN 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe ya heftane ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 458'emîn de li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, parazvanên mafên Mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê Metin Ozdemir ên di encama êrîşa bi çek de, li Kolana Elma ya Êlihê di 4’ê Îlona sala 1993’yan de hatin kuştin, hatin bibîranîn.  
 
Daxuyaniya vê heftê birayê Metîn Ozdemîr Azîz Ozdemîr axivî û wiha got: “Di bin çavande windakirin û sûcên înfazê yên bêdaraz, ji ber ku bê ceza dimînin, rastî dernakevin holê. Emê hewl dana xwe ya vê  rastiyê derbixin holê. Em dixwazin bêcezatî bi dawîu bibe.” 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalkiya rûniştinê hat lidarxistin. 

Sernavên din

10/09/2019
10:24 Hevserokê Giştî û rêveberên ESP’ê hatin binçavkirin
10:14 ‘Me berxwedan ji Şêx Saît û Seyît Riza dewir girt'
10:13 'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’
10:11 Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin
09:15 Egîtîm Sen: Pergala 4+4+4 îflas kir
09:14 Seroka TKDF'ê Gullu: Li weqfan dîn wekî amûreke tirsê tê bikaranîn
09:14 Celalettîn Can: 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didome
09:14 ‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'
09:13 Azad Bariş: Êrîşa li ser cenazeyan, êrîşa li ser bîra kurda ye
09:13 'Ne kesên tayînkirî, em dixwazin kesên hatine hilbijartin şaredariyan bi rê ve bibin'
09:12 Piştî daxwaznameyê 4 meh şûnde wî birin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2019'AN
09/09/2019
18:53 15 meh ceza li Nûçegîhana Jinnewsê birîn
18:34 Egîtim Sen: Windabûna zimanekî, windabûna mîrateya mirovahiyê ye
17:48 Darizandina kujerê Muzeyyen Boylu dest pê kir
Prz: Ji ber nebûna mekanizmaya parastinê Muzeyyen kuştin
17:10 Girtiyê 87 salî jiyana xwe ji dest da
16:51 Dadgehê hemû bersûcên ji doza JÎTEM'ê ya Qoserê beraat kir
16:49 ‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’
16:01 Bi sed hezaran zarok ji dersa kurdî bêpar in
15:46 Li Amedê 3 akademîsyen hatin beratkirin
15:40 Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye
15:28 Nobeta Demokrasiyê di roja 22’an de ye: Werin em pirsgirekê çareser bikin bila dayik negirîn.
15:28 Endama SKM'ê Dîdar Gul: Xwestin min birevînin
15:03 Heyeta HDP û KCD’ê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kirin
14:57 Li Mûşê 7 endamên Meclîsa Giştî yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin
14:49 Girtiyên Girtîgeha Şakranê ji xwarinê jehrî bûn
14:43 Bavê xwe yê 'Faîl nediyar' bibîr xist û bang li malbatan kir: Werin em bi hevre hesab bipirsin
14:36 Ji bo siyasetmedar Dîba Keskîn biryara berdanê hat dayîn
14:00 HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin
13:53 Ji Çiyayên Kazê silav şandin ji Heskîf û Mûnzûrê re
13:13 MED-DER: Em xwedî li zimanê kurdî derkevin
10:34 Derhêner Bakir: Yilmaz Guney dengbêjê sînemaya kurd e
10:30 Kenonglû: Heta Yezîd hebin dê seknên Huseynî jî hebe
10:18 Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye
09:59 Gundiyên li herêma pevçûnê: Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe
09:23 Piştî tayînkirina qeyûm AKP’yî bi hev ketin
09:23 ‘Polîsan li min da, gef xwarin û sîxûriyê li min ferz kirin’
09:22 Dersa kurdî di mufredatê de heye lê li dibistanê nîne
09:21 Li Dersimê aşê avê yê 300 salî xistin xizmetê
09:21 Oluç: Pêdivî bi peymanek civakî heye
09:20 Li Girtîgeha Hîlwanê nebûna avê nepaqijiyê bi xwe re tîne
09:19 Girtiyê nayê dermankirin 57 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Li gundan ji amadekariyê zivistanê komkirina çilo dest pê kir
09:15 Konca: Em ê li Berlînê demokratîkbûna Tirkiyeyê niqaş bikin
09:15 Eskerê li Colemêrgê di şer de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2019'AN
08/09/2019
18:19 Serdozgeriyê piştî fermana Erdogan derbarê HDP’iyan de lêpirsîn da destpêkirin
17:26 Farîsogûllari: Werin em bi hevre aşîtiyeke mayînde pêk bînin
16:55 Komeleyên herêmî piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê: Em li tenişta Hevşaredaran in
16:25 '265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin bidin malbatan'
15:55 Ji ber belavokên qeyûm ên di wesayîtê hat rawestandin
15:12 Turan ê HDP'î: Divê dayik biçin pêş qesrê daxwazên xwe bînin ziman
14:55 EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin
14:52 Nobeta li Çiyayê Kazê 45 rojin didome: Kaniya ava me wê tije siyanur bibe
14:31 Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî di nava dewriya sînor de cihê xwe girt
14:28 Ji tirsa Nobeta Demokrasiyê avahiya partiyê dorpêç kirin
14:26 Ji Nobeta Demokrasiyê: Werin em ji derdê dayikên xwe re bibin çare
12:57 Şewatê li gundên hatin qedexekirin rû da
12:09 Şandeya HDP'ê û KCD'ê bi Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir
12:09 Doza cînayeta Parêzer Boylu wê sibe bê dîtin
11:59 Soylu parast ku tayînkirina qeyuman li gorî zagonê ye
11:10 8 kesên belavok belav dikirin hatin berdan
10:53 Eskerên Tirk û DYA li 'Herêma Ewle' Bi hevre dest gerê kirin
10:35 Çalakiya Dayikan a li dijî dorpêça Mexmûrê di roja 8'an de didome
10:26 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ber bi dawî ve diçe: Dîsa daxwaza beraetê û demboriyê
10:13 'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’
09:08 Şêniyên Esenlerê: Ji bo rantê me ji malên me derdixin
09:07 Sûrên dîrokî yên Cizîrê hindik mane hilweşin
09:06 70 sal in li deşt û çiya heywanan diçêrîne
09:05 BEKSAV det bis erdema nû dike
09:04 Zûgûrlî: Dewlet bi her awayî berê xwe da destkeftiyên kurdan
09:03 Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin
09:02 Mirovên Şemiyê: Neçin pêş HDP’ê biçin pêş AKP û MHP’ê
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN
08:28 Temellî: Ji bo têkoşîna demokrasî û aştiyê girîng e em mil bidin hev
07/09/2019
16:30 Li Mêrdînê piştî şer qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de ye
Bi belavokan bal kişandin ser xwezayê
16:22 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Dermankirina li gorî rûmeta mirovan pêwîste
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş ê 75 salî Silik berdin
15:50 Li peyasê qezaya trafîqê: 10 kes birîndar bûn
15:42 Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin
15:24 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsî
15:23 'Polîtîkaya li ser êşa dayikan nayê qebûlkirin'
14:54 Dayiken Şemiyê bang li dayiken Amedê kir: Cihê hûn lê rûnên ne wir e
14:51 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
14:44 Şandeya HDP û KCD'ê bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir
14:40 ÎSÎG: Di meha Tebaxê de 148 karkeran jiyana xwe ji dest
14:28 Li Omeriyan şer: Midurê Şaxa POH'ê jiyana xwe ji dest da
14:11 Ji Mêrdînê bang: Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin
14:02 Li Bunyanê ceza dan girtiyên êrîş li wan tê kirin
14:01 Cenazeyên zarokên xwe xweztin
13:28 Pankarta HDP’ê ya ‘Vîna gel esas e' daxistin
13:04 KCD: Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî provokasyonan hişyar bin
12:49 Nêzîkatiya 'durû' ya li diji dayikên Kurd
12:48 Malbatên Geziyê tevlî Nobeta Demokrasiyê ya Amedê bûn
11:42 Şandeya KCD û HDP'ê çûn Hewlerê
11:34 Koçyîgît: Pir giring pêdivî makeqanûna demokratik heye
11:13 Ji bo Sûriyeyê xeteke nû: Dê Tirkiye û Îran tunebin
11:01 Girtiyên girtîgeha Patnosê: Girtîgeh dişibe kampa Naziyan
10:04 Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat: Qeyum darbeya li dijî demokrasiyê ye