Dayiken Şemiyê bang li dayiken Amedê kir: Cihê hûn lê rûnên ne wir e

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Kenan Bilgîn yê di 12'ê Îlona 1994’an de hat windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin kir û gotin: "Cihê hûn lê rûdinên ne wir e. Cihê hûn lê rûnên pêş buroyên kesên vî welatî bi rêve dibin e." 

Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin di hefteya 754’an de xwestin dîsa li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê carek din polîsan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê kom bibin. Dayikên rastî astengiyên polîsan hatin, berê xwe dan ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li peş ÎHD'ê kom bûn. Polîsan dîsa kolana pêş Şaxa ÎHD'ê dorpêç kirin û destûr nedan ku kesên cuda derbasî kolanê bibin. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyê windayan li ser heye û qurnefil istin destê xwe. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu da tev li çalakiya dayikan bû. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Kenan Bilgin yê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat windakirin pirsîn. 
 
HIQÛQ Û DARAZ TUNE YE 
 
Keça Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de hat binçavkirin û windakirin Besna Tosun  daxuyanî da. Tosun, diyar kir ku bi salan e li aqûbeta windayan digerin, lê heta  niha encam bi dest nexistine. Tosun, anî ziman ku yek ji belgeyên nîşan dide ku li Tirkiye hiqûq tune ye windakirina Kenan Bilgin e û wiha got: "Li Tirkiye daraz û hiqûq tune ye. em carek din qerîna xwe bilind dikin. Em dipirsin û dibêjin We çi kir ji Kenan Bîlgîn? Kenan Bîlgîn 35 sali bû. Di 12'ê Îlona 1994'an de li Dikmenê dema li rawestgeha otobusan rawestiya bû revandin û birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Di çarçoveya heman operasyonê de 10 ksên din jî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Dema ev kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin di nava wan de Kenan Bilgin tune bû. Wan ji dozger pirsa 'Kenan Bîlgin bi mere bû we çi kir jê?' pirsîn. Dozger jî bersîva 'We eleweder nake' da. Şahidan agahî dan û diyar kirin ku Bilgin wan li Şaxa Tem'ê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dîtine. Dîsa Prz. Murat Demir jî yê wê demê hat binçavkirin diyar kir ku wî  Bîlgîn li midûriyeta polîsan dîtiye." 
 
Tasûn, da zanîn ku malbatê wê demê ji bo aqûbeta Bîlgîn bipirsin serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û wiha pêde çû: "Dozgerê Komarê yê Enqereyê Selehattîn Kemaloglu, ji bo Kenan Bîlgîn bibîne ket nava hewldanan, lê ew asteng kirin. Ew ji Enqereyê sirgûn kirin. Li şûna wî Dozger Ozden Tonuk ser dosyayê girt û dosya girt."  
 
Tosun, anî ziman ku ji ber hiqûqa navxweşî encam negirt, malbatê doz birin Dadgeha Mafên Mrovan a Ewropayê (DMME) û wiha bi dawî kir: "Dadgehê bi hinceta Kenan Bilgin di 12'ê Îlona 1994'an de bi zorê hatiye binçavkirin heta 3'ê Cotmeha 1994'an di destê polîsan de maye, der barê wî de tu girtek nehatine girtin, Tirkiye bi yek dengî mahkûm kirin. Bîlgîn binçav kirin û di bin çavan de îkence lê kirin. Li Şaxa TEM'ê ya di fermana Midûrê Polîsan ê Enqereyê Orhan Taşanlar de rastî îşkenceyê hat. Dayika Kenan Bîlgîn Fincan Bilgin bêyî bigêje kurê xwe koç kir. Em ê têkoşîn û doza dayika Kenan Fîncan Bilgin bidomînin û em wê ji bîr nakin. "
 
Birayê Bîlgîn Îrfan Bilgin jî cezayê ku li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hatiye birîn şermezar kir û wiha got: “Cezayê li Canan hatiye birîn li dijî hqûqê ye. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê runiştine jî dikin û cihê wan ne wir e. Rojnameyên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin. Wezîr û rayedarên ku heta niha dengê dayikan nabihîzin, bi lez dengê van dayikan bihîstin. Em jî dibêjin ne hûn em dikarin qêrîn û hnawara wan dayikan fam bikin. Ne hûn. Divê hûn aştiyê pêk bînin. Em bang li dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin dikin. Cihê hûn lê rûdinên ne wir e. Cihê hûn lê rûnên pêş buroyên kesên vî welatî bi rêve dibin e." 
 

Sernavên din

10/09/2019
10:24 Hevserokê Giştî û rêveberên ESP’ê hatin binçavkirin
10:14 ‘Me berxwedan ji Şêx Saît û Seyît Riza dewir girt'
10:13 'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’
10:11 Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin
09:15 Egîtîm Sen: Pergala 4+4+4 îflas kir
09:14 Seroka TKDF'ê Gullu: Li weqfan dîn wekî amûreke tirsê tê bikaranîn
09:14 Celalettîn Can: 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didome
09:14 ‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'
09:13 Azad Bariş: Êrîşa li ser cenazeyan, êrîşa li ser bîra kurda ye
09:13 'Ne kesên tayînkirî, em dixwazin kesên hatine hilbijartin şaredariyan bi rê ve bibin'
09:12 Piştî daxwaznameyê 4 meh şûnde wî birin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2019'AN
09/09/2019
18:53 15 meh ceza li Nûçegîhana Jinnewsê birîn
18:34 Egîtim Sen: Windabûna zimanekî, windabûna mîrateya mirovahiyê ye
17:48 Darizandina kujerê Muzeyyen Boylu dest pê kir
Prz: Ji ber nebûna mekanizmaya parastinê Muzeyyen kuştin
17:10 Girtiyê 87 salî jiyana xwe ji dest da
16:51 Dadgehê hemû bersûcên ji doza JÎTEM'ê ya Qoserê beraat kir
16:49 ‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’
16:01 Bi sed hezaran zarok ji dersa kurdî bêpar in
15:46 Li Amedê 3 akademîsyen hatin beratkirin
15:40 Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye
15:28 Nobeta Demokrasiyê di roja 22’an de ye: Werin em pirsgirekê çareser bikin bila dayik negirîn.
15:28 Endama SKM'ê Dîdar Gul: Xwestin min birevînin
15:03 Heyeta HDP û KCD’ê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kirin
14:57 Li Mûşê 7 endamên Meclîsa Giştî yên HDP’î ji wezîfeyê hatin dûrxistin
14:49 Girtiyên Girtîgeha Şakranê ji xwarinê jehrî bûn
14:43 Bavê xwe yê 'Faîl nediyar' bibîr xist û bang li malbatan kir: Werin em bi hevre hesab bipirsin
14:36 Ji bo siyasetmedar Dîba Keskîn biryara berdanê hat dayîn
14:00 HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin
13:53 Ji Çiyayên Kazê silav şandin ji Heskîf û Mûnzûrê re
13:13 MED-DER: Em xwedî li zimanê kurdî derkevin
10:34 Derhêner Bakir: Yilmaz Guney dengbêjê sînemaya kurd e
10:30 Kenonglû: Heta Yezîd hebin dê seknên Huseynî jî hebe
10:18 Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye
09:59 Gundiyên li herêma pevçûnê: Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe
09:23 Piştî tayînkirina qeyûm AKP’yî bi hev ketin
09:23 ‘Polîsan li min da, gef xwarin û sîxûriyê li min ferz kirin’
09:22 Dersa kurdî di mufredatê de heye lê li dibistanê nîne
09:21 Li Dersimê aşê avê yê 300 salî xistin xizmetê
09:21 Oluç: Pêdivî bi peymanek civakî heye
09:20 Li Girtîgeha Hîlwanê nebûna avê nepaqijiyê bi xwe re tîne
09:19 Girtiyê nayê dermankirin 57 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Li gundan ji amadekariyê zivistanê komkirina çilo dest pê kir
09:15 Konca: Em ê li Berlînê demokratîkbûna Tirkiyeyê niqaş bikin
09:15 Eskerê li Colemêrgê di şer de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2019'AN
08/09/2019
18:19 Serdozgeriyê piştî fermana Erdogan derbarê HDP’iyan de lêpirsîn da destpêkirin
17:26 Farîsogûllari: Werin em bi hevre aşîtiyeke mayînde pêk bînin
16:55 Komeleyên herêmî piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê: Em li tenişta Hevşaredaran in
16:25 '265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin bidin malbatan'
15:55 Ji ber belavokên qeyûm ên di wesayîtê hat rawestandin
15:12 Turan ê HDP'î: Divê dayik biçin pêş qesrê daxwazên xwe bînin ziman
14:55 EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin
14:52 Nobeta li Çiyayê Kazê 45 rojin didome: Kaniya ava me wê tije siyanur bibe
14:31 Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî di nava dewriya sînor de cihê xwe girt
14:28 Ji tirsa Nobeta Demokrasiyê avahiya partiyê dorpêç kirin
14:26 Ji Nobeta Demokrasiyê: Werin em ji derdê dayikên xwe re bibin çare
12:57 Şewatê li gundên hatin qedexekirin rû da
12:09 Şandeya HDP'ê û KCD'ê bi Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir
12:09 Doza cînayeta Parêzer Boylu wê sibe bê dîtin
11:59 Soylu parast ku tayînkirina qeyuman li gorî zagonê ye
11:10 8 kesên belavok belav dikirin hatin berdan
10:53 Eskerên Tirk û DYA li 'Herêma Ewle' Bi hevre dest gerê kirin
10:35 Çalakiya Dayikan a li dijî dorpêça Mexmûrê di roja 8'an de didome
10:26 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ber bi dawî ve diçe: Dîsa daxwaza beraetê û demboriyê
10:13 'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’
09:08 Şêniyên Esenlerê: Ji bo rantê me ji malên me derdixin
09:07 Sûrên dîrokî yên Cizîrê hindik mane hilweşin
09:06 70 sal in li deşt û çiya heywanan diçêrîne
09:05 BEKSAV det bis erdema nû dike
09:04 Zûgûrlî: Dewlet bi her awayî berê xwe da destkeftiyên kurdan
09:03 Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin
09:02 Mirovên Şemiyê: Neçin pêş HDP’ê biçin pêş AKP û MHP’ê
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN
08:28 Temellî: Ji bo têkoşîna demokrasî û aştiyê girîng e em mil bidin hev
07/09/2019
16:30 Li Mêrdînê piştî şer qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de ye
Bi belavokan bal kişandin ser xwezayê
16:22 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Dermankirina li gorî rûmeta mirovan pêwîste
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş ê 75 salî Silik berdin
15:50 Li peyasê qezaya trafîqê: 10 kes birîndar bûn
15:42 Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin
15:24 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsî
15:23 'Polîtîkaya li ser êşa dayikan nayê qebûlkirin'
14:54 Dayiken Şemiyê bang li dayiken Amedê kir: Cihê hûn lê rûnên ne wir e
14:51 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
14:44 Şandeya HDP û KCD'ê bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir
14:40 ÎSÎG: Di meha Tebaxê de 148 karkeran jiyana xwe ji dest
14:28 Li Omeriyan şer: Midurê Şaxa POH'ê jiyana xwe ji dest da
14:11 Ji Mêrdînê bang: Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin
14:02 Li Bunyanê ceza dan girtiyên êrîş li wan tê kirin
14:01 Cenazeyên zarokên xwe xweztin
13:28 Pankarta HDP’ê ya ‘Vîna gel esas e' daxistin
13:04 KCD: Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî provokasyonan hişyar bin
12:49 Nêzîkatiya 'durû' ya li diji dayikên Kurd
12:48 Malbatên Geziyê tevlî Nobeta Demokrasiyê ya Amedê bûn
11:42 Şandeya KCD û HDP'ê çûn Hewlerê
11:34 Koçyîgît: Pir giring pêdivî makeqanûna demokratik heye
11:13 Ji bo Sûriyeyê xeteke nû: Dê Tirkiye û Îran tunebin
11:01 Girtiyên girtîgeha Patnosê: Girtîgeh dişibe kampa Naziyan
10:04 Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat: Qeyum darbeya li dijî demokrasiyê ye