STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê, rapora xwe ya meha Tebaxê ya derbarê cînayên karkeran de aşkere kir. Di raporê de hat diyaririn ku, di meha Tebaxê de herî kêm 148 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya meha Tebaxê ya derbarê cînayetên karkeran de ji raya giştî re aşker kir. Di raporê de hat diyar kirin ku 14 zarok, 12 jin û 11 jê koçber bi giştî 148 karkeran, di kar de jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din di raporê de agahiya di 8 mehên dawî yên sala 2019’an de li Tirkiyeyê herî kêm hezar û 174 karkaran jiyana xwe ji dest dan, hat parvekirin. Di raporê de agahiyên derbarê karkeran de hat parvekirin û behsa rewşa cotkar û hilberînên kêm jî, hat kirin.
Di raporê de hejmara karkerên di mehên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn wiha hat rêzkirin: “Di meha Cile de herî kêm 159 karker, di meha Sibatê de 127 karker, di meha Adarê de 114 karker, di meha Nîsanê de 153 karker, di meha Gulanê de 164 karker, di meha Hezîranê de 131 karker, di meha Tîrmehê de 178 karker û di meha Tebaxê de herî kêm 148 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Tirkiyeyê, di 8 mehên dayî yên sala 2019’an de herî kêm 1174 karkeran jiyana xwe ji dest dane.”
Karkeran herî zêde di karên çandinî, înşaaet, cotkarîi metal, enerjî, kangerî û vegirtina cih de jiyana xwe ji dest dane.
KARKER HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ MIRIN
Di raporê de hat dest nîşan kirin ku karker herî zêde li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane û piştî Stenbolê, li Nevşehîr, Manîsa, Îzmîr, Mersîn, Antalya, Konya, Malatî, Osmaniyê, Riha û Sîwasê jiyana xwe ji dest dane.
NAVÊ KARKERÊN DI MEHA TEBAXÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAYÎN
Navê hin karkerên di meha Tebaxê de jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne: “Feridun Yurttutan, Mehmet Aktaş, N.K., N.T., M.T., M.K., Ş.O., Selahattin Serçe, Baki Geçitoglu, Abdulkadir Gokkaya, Hasan Yildiz, Osman Şimşek, Abdurrahman Abdi, Ali Berkel, Dursun Aygun, Kenan Akbiyik, Omer Faruk Kahraman, Ugur Ozer, Ali İhsan Furuncu, Ahmet E., Ferit C., Barış Ozcan, Eyup Kurtulmuş, Ercan Purenli, Ruşan Ozden, Yurii Bostnik, Fatih Gur, Suat Sezer, Nuray Karabulut, Gulay Yaman, Nurullah Dam, Huseyin Kalintaş, Selim Kazan, Nazli Parmak, Yavuz Parmak, Dede Çaldir, Emmeni Hamid, Fatma Cuma, Visal Suleyman, Musa Altınok, Mustafa Kizilirmak, Abdullah Oncel, Sevdim Duman, Erdogan Demir, Ahmet Taş, İsmail Ceylan, Turan Tayyan, Kemal Karaman, Bahattin Ot, Cesur Pinar, Neşadiye Aka, Mevlut Bag, Kadir Bingol, Meri (Lutfi) Ozdemir, Orhan Ozvural, Metin Yildirim, Mehmet Donmez, Zafer Başkurt, Hasan Barış Efe, Tarkan Gurbuz, Mevlut Yigit, Suleyman Şahin, Tolga Baki, İbrahim Şencan, Vedat Ekinci, Emine Hallaç, Hatice El Naccar, Ramazan Yanal, Ala Hennuş, Bilal Duman, Ramazan Katirci, Selahattin Goktepe, Hamza Atak, Cengiz Baysu, Mustafa Yildirim, İsmail Tilev, Ayhan Akbaba, Çetin Yaşar Hasirci, Abdulkadir Solakoglu, Caner Kul, İbrahim Yaşar, Oguzhan Aykurt, Arif Gundogan, Kemal Ozdeş, Unal Efe Ecer, Jindar Şan, Ramazan Karatay, Arif Taban, Fatih Turkeş, Şaban Olmez, Umit Kaya, Şevket Kok, Orçun Demir, Lutfi Batkitar, Corc Saud, Hasan Zumbul, Cihan Dalakli, Yusuf Çelik, Suphi Abuz, Mustafa Savaş, Adem, Ahmet Bayram, Cengiz Gungor, Adem Koca, Ali Y, Abdurrahman Gerçek, Servet Biçer, Rasim Sertel, Ercan Bozkurt, Onur Aydogdu, Cafer Gokmen, Ali Riza Ozcan, Sinan Çengel, Murat Oruç, Zafer Çamsari, İlhan Ozmen, Cihat Dikmen, Mustafa Tanak, S.K., Emrullah Guler, Mustafa Babuşcu, İbrahim Terlemez, Erkan Şengul, Osman Korkar, Sezai Baş, Didem Şam, Olgun Laçin, Cemil Sari, Bedirhan Sari, Kasim Tekin, Tomasz Rysszard Hallmann, Harun Çakmak, Sedef Çetin, Murat On, Azat Y, Omer Orhan Onur, Burak Demir, Kerem İnaç, Ali Ulaş, Yucel Demirci, Mehmet Kel, Osman Kuçukergun, Suleyman Zeyrek, Emircan Burak, Yavuz Yildirimoguz, Salih Sakin û Ahmet Ozkan.”