MÊRDÎN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînakirin qeyûman li Mêrdînê dewam dike ket roja 20’an. Komeleyên herêmê, KÎD, hevparên Tifaqa Kurdistanê û HDP’ê beşdarî nobet’ê bûn. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bi hevre têkoşûna demokrasiyê bi birêve bibin.
Li Mêrdînê, Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kir di roja 20’an de berdewam kir. Çalakiya nobetê îro li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Platforma Komeyên Rojhalat û Başûre Rojhilat (DGD), Serokê Federasyona Komeleyên Êlihê Abdûlhakim Daş, Serokê Federasyona Komeleyên Amedê (AMEDFED) M. Îhsan Çevîk, Serokê Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Ekrem Baran, Enver Karabey, Emîn Aslan, Nasir Topûç û li ser navê Tifaka Kurdistanê Serok3e Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek beşdarî nobeta îro bûn. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê desteser kirin” hat vekirin.
DAŞ: ÎRO ROJ ROJA YEKITIYÊ YE
Li ser DGD’ê Abdulhakîm Daş, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Tayînkirina qeyûm a sê şaredariyên HDP’ê nayê qebûl kirin. Ev tayînkirin ne qanûnîne. Li dijî vîna gelê Kurd amadekariya projeyek mezin tê kirin. Bi van qeyûman re carek din darbe li vîna gel Kurd xistin. Emê li hemberî desteserkirina vîna gel bêdeng nemînin. Emê li dijî vê çalakiyên xwe yên demokrastîk berdewam bikin. Divê hemû kes li dijî êrîşan dest bi din hev. Ez bawer dikim ku ger yekitî pêk were, emê karibin van zoriyan derbas bikin. Lê ger em piştgirî nedin hev, ev pêvajo wê dirêj bibe û wê hin zêdetir zirarê bide me hemûyan. Îro roj roja yeketiyê ye. Ji xwe Tifaqa Kurdistanê jî ji bo rojên wiha ye. Em di bin sêwanekê de kom bibin. Dest bidin hev û bibin yek.”
BARAN: DEST JI VÊ FERASETA XWE BERDIN
Li ser navê KÎD’ê Mele Ekrembaran jî, diyar kir ku gel di hilbijartinê de peywir dan şaredariyên xwe û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tu feydeyê nade kesekê. Pedîviya hemû kesan bi hiqûqê heye. Divê hemû kes li dijî bêhiqûqiyan têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê hikumet ji vê şaşiyan xwe paşve vegere.”
ÇÎFTYUREK: EMÊ BI HEVRE TÊBIKOŞIN
Dûre li ser navê Tifaqa Kurdistanê, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û diyar kir ku, weke Tifaqa Kurdistanê emê xwdî vîna xwe derkevin. Çîftyurek, da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê bi salan behsa “Vîna millet” kir û wiha axivî: “Lê îro cara duyemîn vîna gelê Kurd tune hesibandin. Gelê Kurd vîna xwe danî holê, lê wan qeyûm tayînê vîna gel kirin. Em van qeyûm qebûl nakin. Îro roj roja xwedî derketina têkoşînê ye. Werin em bi hevre têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê berdewam bikin.”