MERSÎN - Parêzer Alî Bozan ku çû Girtîgeha Jinan a Buryanê ya Kayseriyê diyar kir ku girtiyên jin ên siyasî rastî êrîşên fizîkî yên girtiyên edlî tên û wiha got: "Ev êrîş li ber çavên gardiyanan pêk tê û gardiyan li şûna girtiyên êrîşkar derbarê girtiyên ku rastî êrîşê tên de girtek digirin."
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Mêrsînê Parêzer Alî Bozan, çû Girtîgeha Jinan a Jimara 2 a Tîpa F a Buryanê ya Kayseriyê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de girtiyan ji Bozan re ragihand ku ji aliyê girtiyên edlî ve li ber çavên gardiyanan rastî êrîşên fizîkî tên. Bozan qala serpêhatiya girtina kir û têkildarî mijarê ev tişt got: "Ji dema çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve êrîş li girtîgehê zêde bûne û hê jî didomin."
RASTÎ ÊRÎŞA GIRTIYÊN EDLÎ TÊN
Bozan anî ziman ku girtî timik rastî êrîşa devkî û fizîkî ya girtiyên edlî tên û wiha axivî: "Girtiyan diyar kir ku di nav 3 mehan de 2 caran ji aliyê girtiyên edlî ve rastî êrîşa fizîkî hatine. Hê jî dema ku girtiyên siyasî ji koguşên xwe dertên, li navbiran rastî tacîzên devkî yên girtiyên edlî tên. Rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê tu tevdîr nagire. Berovajiyê vê yekê derbarê girtiyên mexdûrê çêr û tacîzê de girtekan digire û cezayê dîsplînê li wan dibire. Girtiyên siyasî gotin ku helwesta girtiyên edlî ya li hemberî wan ji helwesta rêveberiya girtîgehê ne cudatir."
GARDIYAN MUDAXALE NAKIN
Di berdewamê de Bozan destnîşan kir ku êrîş li ber çavê gardiyanan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gardiyan bi tu awayî mudaxaleyî bûyeran nakin. Girtî ji raya giştî li benda hestiyariyê ne û ji bo ku rêveberiya girtîgehê li gorî hiqûqê tevbigere ji rêxistinên mafê mirovan piştgirî dixwazin. Komîsyoneke li girtîgehê destûr nade ku girtî rojname û kovaran ji xwe re bigirin. Girtiyên ku di vê mijarê de serî li rêyên hiqûqî didin jî tu encamekî naigirin."