STENBOL - Malbatên ku zarokên wan Hidir Çalli û Taylan Kutlar ên di 10'ê Tîrmehê de li navçeya Pilûrê ya Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dan, li şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan û xwesdin rayedarên dewletê cenazeyên zarokên wan bidin wan.
Malbata Xidir Çalli û Taylan Kutlar ên di 10'ê Tîrmehê de li Navçeya Pilûr a Dersimê jiyana xwe ji dest dan, bi boneya rayedarên dewletê cenazeyê zarokên wan bide wan, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenolê Musa Piroglu, Dayikên Şemiyê û gelek kesên din amade bûn. Malbatan li salona şaxa ÎHD'ê pankarta ku wêneyê Çalli û Kutlar li ser heye ya "Bila cenazeyê me teslîm bikin" vekirin.
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
Ewil parêzer Sezîn Uçar axivî û diyar kir ku heta niha rastî gelek rewşên wisa hatine û wiha got: “Cenazeyên ji Goristana Xerzan girtin û hêj nedane malbatan mînaka ve yekê ye. 2 meh in muwekîlên me jiyana xwe ji dest dane. Nedayîna van cenazeyan û işkenceya li cenazeyan tê kirin berhemê aqilê dewletê ye. Êdî Saziya Tipa Edlî jî kiriye amûrê vê yekê. Testa DNA bi hêsanî di nava çend rojan de diyar dibe. Lê 2 mehin hêj testa DNA diyar nekirine û cenaze nedane malbatan. Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeye. Li dijî peymana navneteweyî Tirkiye îmze avêtiyê ye.
Hevseroka ANYAKAY DER'ê Sultan Karasu jî anî ziman ku nedayîna cenazeyan polîtîka dewletê ye û wiha axivî: "Berê jî li Oleka Jor li Goristana Xerzanê nêzî 270 cenaze derxistin û birin. 2 sal derbas bûn, lê hêj ev cenaze nedane malbatan. Ev bûye polîtîkaya dewletê.
‘EV SÛCÊ ŞER E'
Rêveberê ÎHD'ê yê Stenbolê Huseyin Aygul jî anî ziman ku ev yek li dijî wîcdanê civakê û li dijî mafên mirovan e û wiha got: "Tu kes nikare mafê malbatek din a definkirina cenaze asteng bike. Ev sûcê şer e. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Divê êdî ev binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe. Divê êdî cenazeyan bidin malbatan."
‘EM LI CENAZEYÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, jî ziman ku nedayîna cenazeyan di dîroka mirovahiyê de hatiye naletkirin û wiha got: "AKP êrîşî nirxên mirovan dike û li ser piyan xwe dihêle. Ev pêkanîn berê li Rojava jî kirin. Cenazeyên ji rojava dihatin nedidan malbatan. Îktîdar êrîşî hemû tiştên li dijî xwe dike. Em bi hevre li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin.
60 ROJIN CENAZEYAN NADIN MALBATAN
Herî dawî Emrah Topaloglu daxuyanî da û diyar kir ku 60 rojin cenazeyê Çalli û Kutlar nadin malbatan û wiha got: “Malbatan piştî agahiya kuştinê bihîstin bi rêya parêzeran serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan. Ji bo testa DNA mînanka xwînê dane. Piştî mehek şûnde bi hinceta xwîna bira nabe, vê carê mînaka xwînê ji dayik û bav stendine. Di ser minaka duyemîn a dayik û bavre 1 meh derbas bû. 2 mehin cenazeyan nadin. 2 mehin em di navbera Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, Edliya Dersimê û Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de diçin û tên. Li aliyekî malbat bi êşa kuştina zarokên xwe dijîn, li aliyê din, ji ber malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bistînin êşê dikişînin. Parêzerên malbatan dîsa serî li saziyên tipa Edlî dan, lê diyar kirin ku hêj encam diyar nebûye. Lê dema me ji kesên cuda pirsin, diyar kirin ku beriya Cejnê ji saziya Tipa Edlî encam derketiye ku li hev hatine, lê çima carek din mînakên duyemîn dixwazin. Em dixwazin cenazeyan bidin û êdî bes bên astengkirin."