MÊRSÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi armanca balê bikişîne ser tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê, pankarta “Qeyûm xezpa vîna gel e, vîna gel esas e." vekirin. Lê polîsan bi lez pankarta HDP'ê ya bi avahiyê vekiribûn daxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê bi armanca tayînkirina qeyûmê şermezar bike û balê bikişîne ser tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê, pankarta “Qeyûm xezpa vîna gel e, vîna gel esas e." vekirin. Lê polîsan piştî demekê bi hinceta biryara walîtiyê heye pankarta HDP'ê ya bi avahiyê vekiribûn daxistin.