AMED - Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hat destpêkirin, di roja 20'emîn de bi tevlîbûna Malbatên Geziyê dest pê kir.
Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat destpêkirin, di roja 20'emîn de didome. Nobetê îro bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar, rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan, bi çepik û dûrişmeya "Amed a me ye, rûmeta me ye" dest pê kir.
MALBATÊN GEZIYÊ PIŞTGIRÎ DAN
Di roja 20'emîn a nobetê de ji malbatên Geziyê bavê Alî Korkmaz Şaban Korkmaz, dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum Elvan û Samî Elvan, dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk û dayika Medenî Yildirim ku li navçeya Licê ya Amedê di şermezarkirina qereqolekê de jiyana xwe ji dest da Fahriye Yildirim tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman. Malbat, bi pankarta ku li ser wêneyên kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû xêzkirin, meşiyan Kolana Lîseyê. Malbatan di meşê de timik dûrişmeya "Li dijî faşîzmê em mil bidin hev" berz kirin. Malbat li nobetê bi çepik û dûrimeyan hatin pêşwazîkirin.
Tê payîn ku piştî çalakiya rûniştinê, li nobetê daxuyaniya çapameniyê bê dayîn.