AMED - Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat Abdulhakim Daş yê hat Amede û Nobeta Demokrasiyê ziyaret kir, diyar kir ku tayinkirina qeyûman darbeya li dijî demorasiyê ye.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê ji peywirê girtin. Li şûna wan Walî wekî qeyûm tayîn kir. Çalakiyên Nobeta Demorasiyê ya li dijî tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja 20'an de berdewam dike. Ji destpêka çalakiyê heta niha gelek ode, komele, sendîka û rêxistinên demokratîk hatin piştgirî dan çalakiya Nobeta Demokrasiyê. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat Abdulhakim Daş jî hat Amede û Nobeta Demokrasiyê ziyaret kir. Daş, anî ziman ku li welatên demokrasî lê hebe rêbazên qeyûm tune û wiha got: "Tayînkirina qeyûman nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî tune ye. Divê li Tirkiye têkoşînek mezin a demokrasiyê bê dayîn. Li welatê me her ku diçe demokrasî paşve diçe. Rêveberiya Faşizan bi vê rêbazê dixwaze hebûna xwe rewa bike. Dixwaze bi zorê xwe li îktîdarê bihêle. Qeyûm darbeya li dijî demokrasiyê ye. Qeyûm di 2016'an de jî tayînî şaredariyên DBP'ê kirin. Wê demê jî neheq û keyfî qeyûm tayîn kiribûn. Îro jî keyfî û neheq in. Niha jî OHAL didome. Şaredariyên ku qeyûm tayîn kirin HDP'ê ji sedî 50 û 60 deng stendiye. Ev nîşan dide ku vîna gel nas nakin. Ev darbeya li dijî demokrasiyê û li dijî vîna gel e."
HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE DEMOKRASÎ PÊŞ NAKEVE
Daş, destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurt bi rêbaza demokrasî û diyalogê çareser bibe û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe demokrasî jî pêş nakeve.
MA / Mehmet Şah Oruç