STENBOL – Nivîskar-dîrokzan Mehmet Bayrak, ji bo tayînkirina qeyûman bilêv kir ku berdewamiya Plana Şarq Islahatê ye û got: "Îktîdar, texlîtker û pêkhênerê vê planê ye. Wisa dixuyê ku hikûmet di Plana Şarq Islahtê de maye û loma di polîtîkayên qeyûman de israr dike."
Wezareta Karên Navxweyî, di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î kirin. Dîrokzan-nivîskar Mehmet Bayrak, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman berdewamiya Plana Şarq Islahatê ye û got: "Polîtîkayên bi vî rengî di 1925'an de li Kurdistanê wekî îdareya orfî dikevin dewrê. Paşê ji sala 1927'an heta 1947'an wekî mufetîşiya umûmî û piştî salên 1960'î jî walîtiyên Rewşa Awarte dikevin dewrê. Niha jî ev polîtîka wekî polîtîkayên qeyûman ketine dewrê. Rêveberiya qeyûm, rêveberiyeke nabosî ye. Geşedanên dîrokî vê yekê nîşanî me didin. Dev ji vê rêyê berdin."
‘ÎKTÎDAREK TEXLÎTKER'
Bayrak, bilêv kir ku ji bo tayînkirina qeyûman baş bê fêmkirin divê Plana Şarq Islahatê baş bê fêmkirin û pêkanînên hikûmeta niha jî berdewamiya vê polîtîkayê ne. Bayrak, detsnîşan kir ku Plana Şarq Islahatê, ji bo mafên kurdan ên di Qanûna Bingehîn a 21'ê û Peymana Lozanê de bên xespkirin planeke nepen e û got: "Ji qewla Prof. Dr. Mesût Yegîn, Plana Şarq Islahatê 'Qanûna Bingehîn a Kurdan a Komara Tirkiyeyê ye.' Ev belge ji bo mafên kurdan ên demokratîk xesp bike, belgeyeke kujende ye ku di sala 1925'an de hatiye amadekirin. Loma ji bo dîroka kurdî baş bê fêmkirin ev plan girîng e. Divê Plana Şarq Islahatê, wekî mukallît û mûsalîfên roja îro bê nirxandin. Qesda min î ji vê çî ye? Îktîdar, texlîtker û pêkhênerê vê planê ye. Wisa dixuyê ku hikûmet di Plana Şarq Islahtê de maye û loma di polîtîkayên qeyûman de israr dike."
‘7 T'YÊN BÊYOM'
Bayrak, anî ziman ku Plana Şarq Islahtê ji 28 xalan pêk tê û nexasim jî ji bo civaka kurd bê dîzaynkirin hatiye amadekirin. Bayrak, got: "Di xala yekemîn a vê planê de, ji bo plana li jêr bi temamî pêk bê divê li Kurdistanê îdareya orfî bidome. Îdareya orfî, rêbazeke leşkerî ye. Wekî Te'dîp, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn û Tasfiye tê diyarkirin. Ez jî ji bo van polîtîkayan dibêjim '7 T'yên bêyom'. Bi van polîtîkayan plansaziya dîzaynkirina Kurdistanê hat çêkirin. Tê gotin, divê ev hemû pêk bên, divê heta zimanê kurdî ji holê ranebe û pirsgirêka kurd hel nebe divê îdareya orfî bidome. Ji ber ku hîn jî ev mantiq esas tê girtin, li Kurdistanê rêveberî û îdarekirin tim cuda bûye."
Bayrak, bilêv kir ku beşek ji unsûrên ku Plana Şarq Islahatê amade kirin raporên cuda didin û komîsyonan ava dikin. Bayrak, da zanîn ku ji van raporan yek jê ya Wezîrê Karên Navxweyî û Mebûsê Balikesîrê Cemîl Ûyvadî ye. Bayrak, anî ziman ku di raporê de tê gotin ku "Divê Kurdistan, bi walîtiya umûmî û dagirkirinê bê îdarekirin. Waliyên giştî jî divê bi rêbaza dagirkirinê bên îdarekirin" û got: "Ev gotinên Ûvaydî, bi Plana Şarq Islahtê pêk tên. Polîtîkayên bi vî rengî di 1925'an de li Kurdistanê wekî îdareya orfî dikevin dewrê. Paşê ji sala 1927'an heta 1947'an wekî mufetîşiya umûmî û piştî salên 1960'î jî walîtiyên Rewşa Awarte dikevin dewrê. Niha jî ev polîtîka wekî polîtîkayên qeyûman ketine dewrê."
Bayrak, anî ziman ku Plana Şarq Islahatê di çarçoveya îslamkirin û tirkirinê de hatiye amadekirin û got, ev yek roja îroyîn jî didome. Bayrak, diyar kir ku di bingeha bîrdoziyî ya AKP'ê de ev feraset heye û ji ber vê di polîtîkayên yektîpiyî de israr dike.
‘RÊYEKE NABOS E, DEV JÊ BERDIN'
Batrak, bilêv kir ku rastiyên dîrokî nîşan didin ku rêbaza qeyûman rêbazeke nabos e û got: "Gelek caran hatiye dîtiin ku ev rêyeke nabos e. Xwezî ders jê derxistana." Bayrak, bi bîr xist ku nikarin kurdan bi polîtîkayên red û înakrkirinê pirsgirêka kurd çareser bikin û got: "Careke din diyar dikim, ev rêyeke nabos e. Demildest dev ji vê berdin."
Her wiha Bayrak destnîşan kir ku divê li dijî qeyûman muxalefet bibe yek û îşaret bi CHP'ê kir û got: "Wê helwesta biryardar a eniya demokrasiyê me ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibe."
BANG LI HIKÛMETÊ KIR
Bayrak, bilêv kir ku wî 20 nivîsên xwe yên derbarê xebatên dîplomatîk ên Tevgera Rewşenbîriyî ya Kurdan de kiriye pirtûk û wê pirtûka wî bi navê "Kurtlere Vurulan Kelepçe: Şark Islahat Plani" bê çapkirin. Bayrak, anî ziman ku gava pirtûk çap bibe wê hikûmeta heyî jî sûdê ji vê pirtûkê bigire û got: "Em li bendê bûn îktîdar havine erênî bavêje, lê wekî mûkallîdê Plana Şark Islahatê derket holê. Careke din dibêjim, ev rêyeke nabos e, dev jê berdin."
MA / Naci Kaya