* Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, bal kişand ser pêkanînên mobbîngî û derbarê mekanîzmayên ku kesên bi mobbîngê re rû bi rû dimînin û divê serî li wan bidin agahî parve kirin. Gurbuz, bilêv kir ku kesên dibêjin ew bi mobbîngê re rû bi rû dimînin divê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.
* Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskar Îslam Ozkan, bilêv kir ku agirbesta ku rejîma Şamê li Îdlibê îlan kir, ji bo leşkerên tirk ên li herêmê vekişin îlan kiriye û got: "Ger pirsgirêka li Îdlibê çareser bibe, wê li Sûriyeyê pêvajoya muzakereyê dest pê bike."
* Nivîskar-dîrokzan Mehmet Bayrak, ji bo tayînkirina qeyûman bilêv kir ku berdewamiya Plana Şarq Islahatê ye û got: "Îktîdar, texlîtker û pêkhênerê vê planê ye. Wisa dixuyê ku hikûmet di Plana Şarq Islahtê de maye û loma di polîtîkayên qeyûman de israr dike."
* Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê û Valî Mustafa Yaman di serdema xwe ya berê de li otela kapasîteya wê 400 kes de di şevekê de hezar û 271 kes kirin mêvan.
* Malbata Xidir Çalli û Taylan Kutlar a di 10'ê Tîrmehê de li Navçeya Pilûr a Dersimê jiyana xwe ji dest dan wê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Çalakiyên HDP'ê yên Nobeta Demokrasiyê ya li diji tayînkirina qeyûman wê di roja 20'an de berdewam bike. (11.00-13.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bigerin wê di hefteya 754'an de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê wê li Êlih û Amedê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin çalakiya xwe ya şemiyê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û Xizmê girtiyên nexweş û windayan wê li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê çalakiya xwe ya Şemiyê berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Înisiyatifiya ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)
* Komeleya DerdorÊ YA Munzurê (MÇD), wê li dijî HES, JES û Santralên Nukleeran li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)