STENBOL - Li Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hat darizandin, 9 sal û 8 meh û 20 ceza hat birîn.
Li Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên di navbera salên 2012-2017'an de li 37’emîn Dadgeha Ceayê Giran a Stenbolê hat darizandin, 9 sal û 8 meh û 20 ceza hat birîn. Dadgehê, bi sûcê “Propagandaya rêxsitinê kiriye’ salek û 6 meh, bi sûcê ‘heqareta li dijî erkdarê kamûyê’ salek, 6 meh û 20 roj, bi sûcê “Heqareta li dijî Serokkomar” salek û 6 meh, bi sûcê “Biçûkxistina dewletê” salek û 3 meh, bi sûcê “tehrîk kirina gel a ji bo dijminahiyê” 2 sal û 8 meh bi giştî 9 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da Kaftancioglû.