ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl têkiliya di navbera endamê DAIŞ'ê Îlhamî Bali û MÎT'ê de bi peşnûmeyekê bir rojeva meclisê û pirsa destpêkirinê têkiliyê kir.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Tûgrûl, angaşta ku plankerê komkujiya 5'ê Hezîranê, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê endamê DAIŞ'ê Îlhamî Bali, ji aliyê MÎT'ê ve li Otela Anadolû ya Enqereyê hatiye pêşwazîkirin, bir rojeva meclisê û têkildarî mijarê bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pêşnûmeyek da serokatiya Meclisê.