MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê, pirtûkên kurdî li zarokên temenê wan di navbera 8-13 saliyê de belav kir.
Şaredariya Dêrikê ku armanc dike xebatên xwe yên ji bo zimanê kurdî zêde bike, tax bi tax, kuçe bi kuçe digere û pirtûkên kurdî yên çîrokan ên bi navê "Rovî û Legleg" û "Mam Rovî" ku ji aliyê Weşanxaneya Sorê ve hatibûn amadekirin, li zarokên temenê wan di navbera 8-13 saliyê de belav dike.
Hevşaredarên Dêrikê Mulkiye Esmez û Mehmetr Şerîf Kiran jî ku tevlî belavkirina pirtûkên kurdî dibin, her heftê li taxakî pirtûk tên belavkirin. Malbatên zarokan bi belavkirina pirtûkan gelek kêfxweş dibin. Hevşaredar Esmez diyar kir ku pêşniyar dikin ku zarok û malbatên wan bi hev re pirtûkên belav dikin bixwînin û wiha got: "Divê malbat girîngiyê bidin perwerdeya kurdî ya zarokên xwe."