ÎZMÎR - Li Îzmîrê 4 kesên ku di Nobeta Demokrasiyê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, duh li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê Nobeta Demokrasiyê girtibûn. Polisan mudaxaleyê vê nobetê kiribûn û nûçegîhanê Seyrî Sokakê Oktay Înce jî di nav de Hacay Yilmaz, Ahmet Tûşbay û Azîz Benlî bi derbkirinê binçav kiribûn. Piştî kirariyên wan ên li Miduriyeta Polisan a Îzmîrê bi dawî bûn, her çar kes jî di saetên derengiya şevê hatin berdan.