STENBOL - Danîşîna doza ku bi daxwaza 17 salan ceza li Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû hatiye vekirin, dest pê kir. Kaftancioglu got: "Ne 17 sal hûn 27 sal jî ceza li min bibirin, ez ê heqîqetê bêjim."
Serokê Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû ku di çarçoveya doza ku ji ber parvekirinên wê yên medya civakî yên di navbera sal in 2012-2017'an de bi daxwaza 17 salan ceza lê hat vekirin, cara 3'yemîn derket hemberî dadger. Doza ku têde sûcdariyên mîna "biçûkxistina serokkomar" , "ji ber peywira wî biçûkxistina karmendê cemaweriyê" , "Bi awayekî aşkera biçûkxistina Dewleta Komara Tirkiyeyê" ,"bi awayekî aşkera tehrîkkirina neyartî û kînê ya gel" , "propagandaya rêxistin" li Kaftancioglû tên kirin, li 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pe kir. Serokê rêxistinên CHP'ê yên 80 bajaran ji bo piştgiriyê bidin Kaftancioglû hatin ber derê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Oya Ersoy jî hatin ber derê edliyeyê.
Beriya ku daneşîn dest pê bike, bi beşdarbûna Kaftancıoglû û kesên ku ji bo piştgiriyê hatibûn ber derê edliyeyê daxuyaniya çapameniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên mîna "Dixwazin serkeftinê ceza bikin" û "Qet tû yê bi tenê nemeşî" hatin hilgirtin. Li ser navê serokên rêxistinên CHP'ê yên 80 bajaran Serokê Rêxistina CHP'ê ya Enqereyê Rifki Guvener daxuyaniyê da. Guvener diyar kir ku dê ji hêla van ve gotinên Kaftancioglû ku ji ber berpirsyariya xwe ya welatibûnê û nasnameya xwe ya siyasî bi kar aniye, ji aliyê van ve weke hêmayên sûc neyên qebûlkirin û wiha got: "Ji lêpirsînê bigire heta amadekirina angaştnameyê doza ku li Kaftancioglû hatiye vekirin, siyasî ye. Bi ser CHP'ê de dixwazin muxalafeta civakî bi vê yekê bitirsînin. Vekirina dozê li dijî azadiya ramanê û demokrasiyê bi awayekî aşkera darbe ye. Sedema herî mezin a doza ku li Kaftancioglû hatiye vekirin, serkeftina siyasî ya Stenbolê ye. AKP bi vê yekê tişta ku nikare bi siyasetê bike, dixwaze bi rêyên derveyî hiqûqê bike. Bi vê dozê ne tenê Kaftancioglû CHP tê darizandin. Em weke serokên rêxistinên CHP'ê yên 80 bajaran li cem Kaftancioglû ne. Dê tu bi tenê nemeşî Kaftancioglû."
ÎMAMOGLÛ HAT EDLIYEYÊ
Piştî daxuyanî bi dawî bû Kaftancioglû û kesên pê re ketin edliyeyê. Dema ku Kaftancioglû û kesên pê re li eywana dadgehê li benda vekirina daneşîna sêyemîn bûn, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî hat eywana dadgehê. Îmamoglû bi hembizkirinê piştgiriya xwe ya ji bo Kaftancioglû anî ziman. Kaftancioglû ji ber piştgiriyê spasiyên xwe pêşkêşî Îmamoglû kir. Kaftancioglû û Îmamoglû ji bo demeke kurt sohbet jî kirin. Îmamoglû dema ku ji edliyeyê veqetiya daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ew timik li cem Kaftancioglû ne.
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Heyeta dadgehê helbesa Kaftancioglu danişîna beriya niha xwendibû jî li dosyeyê bar kir.
PARÊZERA ERDOGAN XWEST KAFTANCIOGLU BÊ CEZAKIRIN
Parêzera Serokkomar Erdogan Ferah Yildiz parastin kir û got ew jî tevli mutalayê dibin û xwest Kaftancioglu bi awayek giran bê cezakirin.
‘MIN AKP’Ê REXNE KIRIYE’
Kaftancioglu li dijî mutalayê parastina xwe kir û got ew ê di vê danişîna xwe de behsa heqîqetê bike. Kaftancioglu da zanîn ku wê heqaret li Erdogan û tu kesê din nekiriye û lê min di çarçoveya siyasî de Serokkomarê AKP’yî rexne kir. Kaftancioglu got rexneyê kiriye jî ne li Serokkomariyê li nasnameya wî ya AKP’yî kiriye. Kaftancioglu li pey hevoka “Dinya xweşik dibe însan azad dibe” sekiniye û got ji bo heqîqet derkeve holê ji wê wêdetir divê dadger û dozger bibin berpirsiyar.
‘NE 17 SAL 27 SAL JÎ CEZA BIDIN EZ Ê HEQÎQETÊ BÊJIM’
Kaftancioglu anî ziman ku gotinê wê ji naverokek heqîqetî derdixin û got: “Gotinên min berevajî dikin. Ne 17 sal hûn 27 sal jî ceza li min bibirin, ez ê heqîqetê vebêjim û qala wê bikim. Hûn jî li heqîqetê bigerin. Dema hûn nêzî heqîqetê bibin hûnê hîs bikin ku hûn azad bûne. Wê ev heqîqet me hemûyan azad bike.”
Navbera nîvro dan danişînê.