AMED – Rojnamegerên xwedî tecrûbe yên bi salane li bajarên herêmê ked didin yek bi yek ji kar tên derxistin. Rojnamegerên ji kar hatine derxistin dan zanîn ku tê xwestin konseptek bi rojeva welat re aheng bikin û dixwazin bîra xwe dispêre salên dirêj paqij bikin û dixwazin “rojnamegerên tîpa nû” yê berevajî desthilatdariyê nenivîsinin didin xebitandin.
Rojnamegerên xwedî tecrûbeyên salan ku demên dirêj in li bajarên herêmê ked didin û geşedanan dişopînin di nava 3 salên dawî de yek bi yek ji kar tên derxistin. Demekê medya alîgir li bajarên wek Êlih, Mêrdîn, Çewlig, Wan, Xarpêt, Semsûr û Sêrtê di asta buroyê de rojnamegearn dida xebitandin û hejmara van rojnamegeran di nava salan de kêm kir û li van bajaran nûnerek hişt. Di salên dawî de rojnameger an nûnerên li bajaran paralelî teşeyê rêveberiya nû ya îktîdarê dimînin jî ji kar hatin derxistin. Piştî Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) dewrî alîgirên hikumetê hat kirin, buroya xwe ya Amedê belav kir û xebatkarên xwe ji kar derxist. Her dawî jî Rojnameya Cumhuriyetê tekane nûner û nûçegihanê xwe yê li Amedê ku li hemû bajarên herêmê dinêrî Mahmut Oral ji kar derxist û ew jî tev li rojnamegerên bêkar bû.
‘ROJNAMEGERÊN XWEDÎ TECRÛBE NEMAN’
Rojnameger Mehmet Turk 30 sal in li herêmê rojnamegeriyê dike û di sala 2009’an de li DHA’yê dest bi kar dike û wê demê 11 kes li buroya Amedê dixebitin. Turk diyar kir ku sala par beriya ji kar bê derxistin ew 5 kes mabûn û roj bi roj ew hejmara wan kêm bûye. Turk da zanîn ku piştî DHA hat firotin xebatkarên xwe ji kar derxist û tevî hemû spartinên sansûrê jî ji ber rojnamegeran dest ji rojnamegeriya objektîf berneda yek bi yek xebatkaran ji kar derxist. Turk anî ziman ku hin nûçeyên wan çêdikir li xweşa hin aliyan nediçû û wiha got: “Ji ber nûçe li xweşa wan nediçû bertek nîşan didan. Niha ez nebawerim rojnamegerên xwedî tecrûbe li herêmê mabin. Bi taybetî hin alî û alîgir hêj li wir in. Rojnamegeriyek jenerasyona nû dane destpêkirin. Ev jî ji ehlaqê pîşeyê bêagahî tên xebitandin. Li ser daxwaza dîrektîfên navendê rojnamegeriyê dikin.”
‘DEMEK HAT RAYEDARAN NEDIHIŞT EM PIRSAN BIKIN’
Turk diyar kir ku rojnamegerên xwedî tecrûbe bêkar tên hiştin bi rêveçûna rojeva siyasî ve eleqedar e û got: “Em bûn şahid ku demek hat rayedarên hikumetê nedihiştin em pirsa jî bikin. Yanî pirsên me bêbersiv dihiştin. Rojnamegerên pirs dipirsîn jî bêkar hatin hiştin. Îktîdara siyasî dixwest hemû rojnameger û weşanên ne li gorî hikumetê asteng dikirin. Heta mudaxeleyî nûçe û wêneyan jî dikirin. Ji bilî îktîdarê cihek pirr hindik didan nûçeyên muxalîfan. An jî qet bikar nedianîn.”
‘DIXWAZIN ARŞÎVÊ PAQIJ BIKIN’
Turk da zanîn ku herêmê bê rojnamegerên bêalî û objektîf bihêlin û got: “Dixwazin arşîvên ji salên 1990’an vir ve hemû paqij bikin.” Turk ev 8 meh in bi awayek rêk û pêk di karekî de naxebite û debara xwe bi mûçeyê xwe yê bêkariyê dike.
‘BI QASÎ ÎRO SANSÛR TUNE BÛ’
Yek ji rojnamegerê xwedî tecrûbe Mahmut Bozarslan jî wiha got: “Rewşa salên 90’î çiqas nebaş bê dîtin jî lê bi qasî îro tûj nîn bû. Wê demê tenê rojnamegerên kurd di hedefe de bûn. Çapemeniya din dîsa çend tişt dikaribû binivîsanda. Bi qasî îro sansûr tune bû. Medya alîgir zêde behsa meseleya kurd nedikir lê dîsa jî çend tiştan li dijî hikumetê dikaribû binivîsanda. Mirov dikaribû çend gotinan derbarê meseleya kurd de bixwenda. Rêveberiya jor biryara sansûrê dida. Lê îro otosansûr ji nûçegihan dest pê dike. Ez li vir hempîşeyên xwe li qadê ked didin tewanbar nakim. Di encamê de ew jî parçeyek vê pergalê ne.Tişta ji wan re tê gotin dikin. Naxwazin ji herêmê dengên cuda û rengên cuda bê bihîstin û bibe rojev. Rêveberiyên van şirketên medyaya Tirkiyeyê dixwaze kesên di fikir û ramanê xwe de bixebitîne.”
‘ROJNAMEGERÊN LÊKOLÎNER NAXWAZIN’
Rojnameger Ferît Aslan ê 20 salan di DHA’yê de dixebitî û wî ji kar derxistin jî destnîşan kir ku ji xebatkarên wan berê kesek li DHA’yê maye û wiha got: “Rêveçûna siyasî ya welat, rewşa medyayê ya giştî dide ber çavan. Lê ez wisa bawerim êdî pêdiviyê bi rojnamegerên lêkolîn dike, lêdipirse, nûçeyan bi hûrguliyan dixemilîne û nûçeyên xwe sererast dikin nabînin.”
Aslan niha di malperên li ser înternetê weşan dikin de dixebite û debara xwe bi pîşeya xwe dike.
MA / Sedat Yilmaz