WAN - Li Wanê, Nobeta Demokrasiyê bê navber 19 rojin didome. Dengbêj Tayîp Balkan, bi kilamên xwe yên destanên qedîm ên gelê Kurd vedibêje, beşdarî çalakiyê dibe. Dengbêj Balkan, diyar kir ku çi dibe bila bibe, divê ew vê zilmê ji zarokên xwe re vebêjin.
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî qeyûmên tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ê Wan, Amed û Mêrdînê hatin kirin, 19 rojin bê navber dewam dikin. Her ku diçe çalakî li bajêr û navçeyên welat belav dibe. Hejmara kesên ku beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê berdewam dike dibin, her ku diçe zêdetir dibe. Di nobeta li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê tê lidarxistin de, dîmen û kêlên rengîn mora xwe li çalakiyê dixin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Şaxê Tayîp Balkan ku bê navber ev 19 rojin cihê xwe di çalakiyê de digire, bi kilam û stranên dibêj besha zilma li ser gelê Kurd dike. Balkan ê di haman demê de dengbêje, bi stranên xwe coşa gel mezin dike û wan dixwe nava tevgerê.
ÇÎROKA ELÎ DÎNO Û BÛYERÊN ÎRO TÊN JIYÎN
Balkan ê di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûm re, ji Şaredariya Şaxê hat îxraç kirin, bi taybetî di her ketina çalakiyê de, strana “Elo Dîno” dibêje. Balkan, bi van gotinan behsa vê stranê kir. “Çîroka ku di stranê de tê gotin, weke ku qala van rojan dike. Di sedsala 16’emîn de li herêma Botanê, qehremanê gel Elo Dîno li dijî bêedaletiya heyî serî radike. Weke ku ev çîrok ji bo roja îro jî hatiye gotin. Qeyûm tayînê vîna gelê Kurd kirin û ev stran serhildana gelê Kurd a li dijî vê yekê vedibêje.”
'BI DENGBÊJIYÊ ZILMA HEYÎ VEDIBÊJIM'
Balkan, da zanîn ku divê têkoşîna li dijî qeyûm hîn zêdetir bê bilind kirin û wiha got: “Îro gelê Kurd bi êşên mezin re rû bi rû ye û gelê Kurd vê yekê heq nake. Tiştên mafên gelin, îro bi zordariyê ji destên gel digirin. Tişta ji destê me tê divê em li dijî vê zilmê bikin. Ji roja dest pê kê ve li virim û hewl didim bi stranên xwe moral bidim gel. Bi hezaran salin gelê Kurd bi dengbêjiyê, êş, dert, keder, hesret, pirsgirêk, zilma lê tê kirin û qehremantiyên xwe vedibêjin. Bi vî wayî ji bo tişên di civakê de hatine jiyîn dibe bersiv. Ji bo nivşê nû jî tim ev çand hatiye vegotin. Ji ber vê, çand û zimanê Kurdî heya roja me ya îro hatiye û berdewam dike. Ez jî ji bo nivşê pêşerojê dengbêjiyê dikim û stranên dîroka gelê Kurd vedibêjin distirînim.
'DIVÊ EM VÊ ZILMÊ JI ZAROKÊN XWE RE VEBÊJIN’
Balkan, tayînkirina qeyûman weke “Zilm” nirxandan û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Tiştên tên jiyîn li dijî mirovahî û hiqûqê ne. Divê em têkoşîna xwe li dijî vê bêhiqûqê mezintir bikin. Çi dibe bila bibe, divê me vê zilmê ji zarokên xwe re vebêjin.”
MA / Dîndar Karataş