STENBOL - Di serdema şaredariya AKP'e de bi sedan maşîneyên ku dihatin krêkirin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Yenikapi teşîr kir. Welatiyên dixwazin vê yekê bibînin û diherikin Yenîkapi gotin: “Civakê bi pirçîbûnê terbiye dikin. Lê we jî jiyanek luks a Sultanan dijîn. Divê gel vê rastiyê bibîne."
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê di xebatên hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de got "Li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pergala îsrafê heye. Piştî ku ez hatim hilbijartin ezê vê pergala îsrafê ji holê rakin. Îmamoglu piştî hat ser kar, bi sedan maşîneyên dihatin krêkirin li Yenîkapi kom kirin û kir pêşengeh. Ji duh heta niha 800 maşîne li parkê kom kirin û hêj kom dikin. Rayedaran diyar kirin ku wê bi hezaran maşineyên din li vir kom bikin. Welatiyên ku ev pêşengeh ditin berê xwe dan Yenikapi û xwestin vê dîmenê bibînin.
DIVÊ GEL VÊ RASTIYÊ BIBÎNIN'
Welatî Nîlgun Sirkecioglu, diyar kir ku li gel neviyên xwe ji Tûzla hatiye û dixwaze vê dîmenê bibîne û wiha got: “Em hewl didin ku bi Hezar û 500 TL meaşê teqawîtbûnê debara xwe bikin. Vana wê çawa heqê qûl û yetiman bidin. Înşallah yên heqê qûl dixwin di bêvila wan re bê. Ew jiyana luks û sultanan dijîn, lê ji sedî 27 zem dikin. Mirovan bi birçibûnê terbiye dikin. Milet birçî dijî. Ew ji wekî paşa û sultanan dijîn."
'ABORÎ TÊK ÇÛ'
Welatî Veceddin Tutuk, jî anî ziman ku hemû lêçûna ku hikûmet dike ji bêrika welatiyan derdikeve u wiha got: “Ji Edirne heta Colemêrge hemû îsraf ji berîya welatiyan derdikeve. Ji pariyê zarokên me dixwin. Aborî têk birin.
Musa Oktem, jî anî xwest gelê Tirkiye vê îsrafê bibîne û got: "Li tu derê cîhanê îsrafek wisa tune ye. Divê her kes vê yekê bibîne."
Abdulhakim Yıldırım jî anî ziman ku markayên hemû maşîneyan yek e û wiha got: "Gelo hemû ji yek şîrketê kirê kirine. Ajokarê van maşîneyan jî heye. Vî pereyî ji ku tînin. Demek dirêj e krîza aborî heye. Em wekî esnafan krîzê dijîn:"